Dadgehê li Midûrê Karên Nivîsê yê Azadiya Welat 7 sal û 6 meh ceza birîn 2020-01-15 18:10:46 AMED – Dadgehê li Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hat girtin Îsmaîl Çoban li ser îfadeya şahidê nepen 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî.    Danişîna doza Rojnameger û Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hat girtin, Îsmaîl Çoban, li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê hat ditin. Heyeta dadgehê li ser îfadeya şahidê nepen bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî. Şahidê vekirî Mahsun Demir û şahidê nepen “Havuz” û “Tosun” li ser Çopan îfade dan. Heyeta dadgehê li ser îfadeya şahidan der barê Çoban de ceza birî. Çoban ku ji dozek din girtî bû û parêzerê wî Mehmet Altuntaş li salona dadgehê amade bûn. Dozger xwest Çoban bi "Endamtiya rêxistinê bê cezakirin" Çoban  jî sucdariya der barê xwe de red kir. Parêzerê Çoban, Mehmet Altuntaş, jî bal kişand ser nakokiyên dosyayê û xwest îfadeyên şahidan li ber çavan neyê girtin.    Piştî parastinê heyetê bi idîaya "Endamtiya rêxistinê" li Çoban 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî.