Gelek kes çûn serdana şîna Ramazan Toprak 2020-01-15 16:57:59 AMED - Gelek kes çûn serdana şîna Ramazan Toprak ê HPG'yî ku di operasyoneke leşkerî de jiyana xwe ji dest dabû û serxweşiyê dan malbata wî.  Di 30'ê Cotmeha 2019'an de leşkeran li goma Salih a gundê Sîsê yê anvçeya Licê ya Amedê operasyon dabû destpê kirin. Di operasyonê de şer derketibû û Ramazan Toprak (Adil Nûda) ê HPG'î jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê duh bi şev cenaze li gundê Qetîn ê navçeya Karazê di bin dorpêça leşker û maşîneyên zirxî de veşart. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên bajêr, navçeyên Rezan, Sûr, Peyas, Yenîşehîr û Karazê, endam û rêveberên MEBYA-DER û TUAY-DER'ê, Dayikên Aşitiyê û gelek welatî îro çûn gundê Qetînê serdana şînê û serxweşiyê dan malbata Toprak.