Wê li Amedê "Komxebata Yekitiya Neteweyî" bê sazkirin 2020-01-15 16:41:32 AMED - Xebata Tifaqa Kurdistanî ku ji aliyê 9 partiyên kurd ve hat avakirin, dê li Amedê "Komxebata Yekitiya Neteweyî" ku 2 rojan berdewam bidome, saz bike.   Xebata Tifaqa Kurdistanî ku ji aliyê 9 partiyên kurd ve hat avakirin, li Amedê "Komxebata Yekitiya Neteweyî" ku 2 rojan berdewam bidome, saz dike. Dê komxebat di navbera 18-19'ê çileyê de li otoleke navçeya Sûrê bê kirin. Di komxebatê de 2 rojan li ser 3 mijaran nîqaş bên kirin.    ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA YEKITIYA NETEWEYÎ   Di rojeva yekemîn a komxebatê de, ji bo modela yekitiya neteweyî, li bersiva pirsên mîna "Meclisa neteweyî" ya "kongre" ya jî "Eniya demokratîk" bê gerandin. Li ser lêgerînên modela mayînde bê sekinandin; li Tevgera Yekitiya Neteweyî ya Kurdan (TEVKURD), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), cerebeyên Herêma Federa ya Kurdistanê, Tevgera Demokratên Kurd (TEV-DEM), Eniya Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) û li modelên yekitiya neteweyî yên Cîhanê bê nêrîn û rêvebirin, bername û navê modelê bê diyarkirin.     Di rojeva duyemîn a komxebatê de jî di rêya mayîndekirina tifaqa neteweyî de derbaskirina pirsgirêk û astengiyên li pêşiya pêkhatina hevparbûna nirxên neteweyî bên nîqaşkirin.    Di rojeva sêyemîn a komxebatê de jî dê nexşerêya Xebata Tifaqa Kurdistanî ya li hemberî êrîşên li dijî destkeftiyên kurdan ku zêde dibin bê diyarkirin.    PARTIYÊN TIFAQÊ   Di tifaqê de Tevgera Îslamî ya Kurdistanê (AZADÎ), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Şoreşger û Demokratîk a Kurd (DDKD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partîya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Platforma Demokrat a Kurdistanê (PDK), Partiya Demokrat a Kurdistanê -Tirkiye (PDK-T) û Partiya Azadî cih digirin.