Dîmenên Dokû ku bi Abarakov re hevdîtin dike derketin holê 2020-01-15 15:53:01   DERSIM – Ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû agahî nayê girtin. Di lêgerîna bin avê de reçeteya navê Gulistan Dokû li serê nivîsandî û dîmenên wê li gel Zainal Abarakov hevdîtin kiriye derketin holê.    Li Dersimê ji 5’ê çile ve agahî ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê ya Dersimê Gulistan Dokû agahî nayê girtin. Lêgerîna dîtina Dokû didome. Xebata lêgerînê li Bendava Uzunçayirê pêk tê. Di bin avê de reçeteya nexweşxaneyê ya navê Gulistan Dokû li ser nivîsandî û meqesa ji hevalên xwe sitendiye hatin dîtin. Malbata dîtina reçeteye piştrast kir. Van materyalên hatin dîtin ji bo lêkolînê şandin krîmînalê.    DÎMEN DERKETIN HOLÊ    Dîmenên Dokû ku li ber kafeyekê bi Zainal Abarakov ê tê gotin ku hezkiriyê wê ye derketin holê. Di dîmen de tê xuyakirin ku Dokû ji ber kafeyek li Taxa Ataturk vediqete û di vê kêliya li ber kafeyê bi Abarokov ê bi eslê xwe rûsî ye hevdîtin dike. Di dîmen de tê dîtin ku Dokû li hember Abarokov kêliyek diaxive û pişt re dimeşe û di kolanê de derbasî hember dibe û li dolmîşê siwar dibe.