Malbata Keldanî ku 5 rojin agahî jê nayê stendin hat dîtin 2020-01-15 15:25:49   ŞIRNEX - Hormiz û Beybûn Dîrîl ên hevjînên hev û malbatek Keldanî ye ku li navçeya Elkê ya Şirnexê dijîn, piştî hatin windakirin di roja 5'an de agahî ji wan hat girtin. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, diyar kir ku li Gundekî Elkê Hormiz û Beybûn Dîrîl hatine dîtin.    Hormiz û Beybûn Dîrîl ên hevjînên hev ku malbatek Keldanî ye û li gundê Mehrî ya girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê dijîn ji 11’ê çile ve agahî ji wan nayê wergirtin. Hat angaştkirin ku piştî malbata Dîrîl ji gund derketin agahî ji wan nayê girtin.  Têkildarî mijarê me xwe gihand zarokê malbatê Bedrî Dîrîl. Bedrî Dîrîl bûyera windabûna dayik û bavê xwe piştras kir û wiha got: “Gundê me li cihek asê ye. Gihîştina gund ne hêsan e. Cihê gund cihek zor e. Cendirme li herêmê bi Maşîneyên Bêmirov ên Hewayê (ÎHA) û bi droneyan lêgerînê pêk tînin.”    Hevjîn Hormiz Dîrîl û Seybûn Dîrîl piştî 5 rojan agahî ji wan nehat girtin, hatin dîtin. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr li ser medya civakî agahî parve kir û diyar kir ku hevjîn hatine dîtin û wiha got: "Me li Qilebanê bi gundiyan û kurê wan Bedrî Dîrîl re hevdîtin kir. Lorî agahiyên me bi dest xist; Hormiz û Beybun Dîrîl ji aliyê gundiyan ve bi saxî hatine dîtin. Ji bo hemû kesên hestiyarî nêsîk bûn em spas dikin."