10 meh ceza li Hevseroka HDP'ê yê Cizîrê Tunç birîn 2020-01-15 14:13:51   ŞIRNEX - Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Guler Tunç bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" rastî 10 meh cezayê girtîgehê hat.    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Cizîrê Guler Tunç, bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" doz lê hatibû vekirin hat darizandin. Danişîn li 3’emîn Dadgeha Cezayen Giran a Şirnexê hat dîtin. Tunç bi pergala SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Tunç, îdîayên der barê xwe de red kir û beraeta xwe xwest. Parêzera Tunç jî beraeta muwekila xwe xwest. Heyetê der barê Tunç 10 meh cezayê girtîgehê birî.