Girtiya 28 salan Nûrcan Bakir dawî li jiyana xwe anî 2020-01-15 13:46:40   BALIKESÎR - Girtiya nexweş Nûrcan Bakir ku piştî çalakiya greva birçîbûnê bêdilê xwe ji Girtîgeha Gebzeyê sewqî Girtîgeha Balikesîrê hatibû kirin, li dijî tundî û zilmê dawî li jiyana xwe anî. Bakir, duh bi malbata xwe re hevdîtin pêk aniye û gotiye ku dê li dijî zilmê bêdeng nemîne.   Girtiya nexweş a 28 salan Nûrcan Bakir ku piştî çalakiya greva birçîbûnê ya 200 rojî berdewam kiribû, bêdilê xwe ji Girtîgeha Jinan a Gebzeyê sewqî Girtîgeha Jinan a Bûrhaniye ya Balikesîrê hatibû kirin, tundiyan şermezar kir  û dawî li jiyana xwe anî. Rêveberiya girtîgehê îro serê sibehê agahî da malbata Bakir û ew agahdarkirin ku keça wan li "odeya xwe dawî li jiyana xwe anîye".  Hat hînbûn ku cenazeyê Bakir, ji bo otopsiyê rakirine Saziya Tipa Edlî (ATK).    'EZ Ê LI DIJÎ ZILMÊ BÊDENG NEMÎNIM'   Girtiya siyasî ya nexweş Bakir ku 2 sal ji cezayê wê re mabû û serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû, duh bi malbata xwe re hevdîtin pêk aniye. Hat ragihandin ku Bakir ji malbata xwere gotiye ku her roj di xeynên xwe de zarokên ku tên qetilkirin dibîne û dê li dijî vê zilmê bêdeng nemîne.   Malbata Bakir ji bo girtina cenazeyê keça xwe derket rê. Dê cenaze li navçeya Mahsert a Mêrdînê bê definkirin.