Ji Heyeta Mirovên Aqilmend ji bo Soylû: Em li cem Kadîr Înanir in 2020-01-15 13:23:00   ENQERE - Heyeta Mirovên Aqilmend, bertek nîşanî hedefnîşandina Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ya Kadîr Înanır dan û diyar kirin ku li cem Kadîr Înanir in û ji Soylû xwestin ku lêborîn bixwaze.    Beriya çend rojan Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, ji ber ku tevlî bernameya şanoyê ya li ser pirtûka Devran a Hevserokê Berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hatibû lidarxistin bûbû, hunermend Kadîr Înanir hedef nîşan dabû. Heyeta Mirovên Aqilmend bertek nîşanî vê hedefnîşandina Înanor da û bi ser navê "Em li cem Kadîr Înanir in" daxuyaniyeke nivîskî da.    Daxuyaniya ku ji aliyê Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan ve hat weşandin bi kurtasî wiha ye: "Pirtûka Selahattîn Demîrtaş a Seher, beriya çend rojan ji aliyê Julîde Kûral û Omer Şahîn ve li Şanoya Kenterê bi deng hat peşandan. Hin siyasetmedaran vê lîstikê bê ast rexne kir. Wezîrê Karê Hundir pêşdetir çû û Kadîr Înanir ê lîstikê temaşe kir biçûk xist û hedef nîşan da. Em hedefnîşandina wezîrê ku ji ewlehiya kes û welat berpirsyar e ya Hunermendê bi nav û deng Kadîr Înanir qebûl nakin. Em li cem Kadîr Înanir in û ji ber van gotinên wî wezîr vedexwînin lêborînê xwestinê."   KESÊN ÎMZE KIRINE   Mirovên Aqilmend ên îmze avêtine metnê wiha ne: "Ahmet Farûk U0nsal, Alî Bayramoglû, Baskin Oran, Celalettîn Can, Dogû Ergîl, Etyen Mahçûpyan, Fûat Keyman, Levent Korkût, Nîhal Bengîsû Karaca, Oral Çalişlar, Ozturk Turkdogan, Vahap Coşkûn, Yildiray Ogûr, Yucel Sayman.”