Operasyona eskerî ya li Liceyê didome 2020-01-15 12:23:05   AMED - Li herêma gundên Mîzag, Xosor, Hendîv û Xeşderê yên navçeya Liceyê operasyona eskerî ku duh dest pê kiribû didome.    Eskerên ku duh li gundên Mizag, Xosor, Hendiv, Xeşderê, Hamza û Şaxur ê navçeya Liceyê derketibûn operasyonê îro ji li herêmê operasyonê berdewam dikin. Li gorî çavkaniyên herêmî eskerên ku derketine operasyonê bi hevkariya helikopteran operasyonê berdewam dikin û helîkopter li hin herêman bombe dibarînin û eskeran bi cih dikin. Li herêma operasyonê tevgera helikopteran didome.