Li Elkê 5 roj in agahî ji malbata Keldanî nayê wergirtin 2020-01-15 11:54:21   ŞIRNEX – Hurmuz û Şîmonî Dîrîl ên hevjînên hev û malbatek Keldanî ye ku li navçeya Elkê ya Şirnexê dijîn 5 roj in agahî ji wan nayê wergirtin. Zarokê malbatê Bedrî Dîrîl bûyerê piştrast kir û ragihand ku li herêmê lêgerîn tê kirin.    Hurmuz û Şîmonî Dîrîl ên hevjînên hev ku malbatek Keldanî ye û li gundê Mehrî ya girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê dijîn ji 11’ê çile ve agahî ji wan nayê wergirtin. Hat angaştkirin ku piştî malbata Dîrîl ji gund derketin agahî ji wan nayê girtin.    Têkildarî mijarê me xwe gihand zarokê malbatê Bedrî Dîrîl. Bedrî Dîrîl bûyera windabûna dayik û bavê xwe piştras kir û wiha got: “Gundê me li cihek asê ye. Gihîştina gund ne hêsan e. Cihê gund cihek zor e. Cendirme li herêmê bi Maşîneyên Bêmirov ên Hewayê (ÎHA) û bi droneyan lêgerînê pêk tînin.”