Serokê Giştî yê PSK'ê Tek: Dewlet red bike nabe surpriz 2020-01-15 10:38:29   AMED -  Serokê Giştî yê PSK'ê Mesut Tek, têkildarî yekîtiya neteweya Kurd    Niqaş û xebatên ji bo Yekîtiya Neteweya Kurd berdewam dikin. Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesut Tek, têkildarî Yekîtiya Neteweya Kurd axivî. PSK, ji bo kurd karibin qedera xwe tayîn bikin, di sala 1974'an de hat avakirin. Ji aliyê Kemal Burkay ve li dijî fermiyetê hat avakirin. Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), piştî darbeya 80'ê xebatên wê hatin qedexekirin. Piştî qedexeya li ser partiyê, rêveberên wê derketin dervê welat. PSK'ê bi qasî 42 salan li dijî fermiyetê meşandin. PSK'ê di 7'emîn Kongreya xwe de Mesut Tek kirin serokê giştî. Rêveberiya PSK'ê di sala 2016'an de serî li Wezareta Karên Hundir da. Dozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind xwest ku navê ‘Kurdistan’ ji nava partiyê derxe. Dozgeriya Dadgeha Bilind ji bo navê "Kurdistan" doz li PSK'ê vekir û xwest bê girtin. PSK'ê di hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an de di nava îtîfaqên partiyên Kurd de cihê xwe girt. Lê piştre di nava îtîfaqa Neteweya Kurd a 10 partiyên Kurd de cihê xwe nagire.    Serokê Giştî yê PSK'ê Mesut Tek, diyar kir ku pirsgirêka Kurd ne ya salên dawî ye û wiha got: "Bi taybetî piştî tevgerên siyasî yên Kurd derketin holê, di nava rêxistinên siyasî yên Kurd de niqaşên yekîtîyê hatin rojevê. Ji ber ku pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka civakekê ye. Pirsgirêka neteweyî ye. Civaka Kurd jî ji cînên cuda û fikrên cuda pêk tê. Di nava rêxistinên siyasî yên ji bo yekîtiya neteweya Kurd têdikoşe de nerîn û fikrên cuda hebin xwezayî ye. Ya ku mirov bê diêşe, tevî ew qas niqaşan heta niha rêxistinên Kurd nebûne yek. Sedema vê yekê çiye? Bê guman sedema vê yekê civakî, aborî, derûnî û polîtîkayên derve ne. Rêxistinên Kurd û siyasî di ferqa vê pirsgirêkê de ne."   Tek anî ziman ku pirsgirêka kurd hinekî pirsgirêka di navbera perçeyan de ye û wiha lê zêde kir: "Rêya Yekîtiya di nava 4 perçeyan, divê berî her tiştî her perçe di nava xwe de bibin yek. Teqez divê per herçe di nava xwe de bibin yek. Lê mixabin niha pirsgirêk heye. Li Başûrê Kurdistanê heye. Li Bakur heye. Niha li Kurdistana Rojhilat "Navenda Hevkariyê" heye. Ev tiştekî baş e. Li Rojhilata Kurdistanê têkildarî şoreşê stratejiyek hevpar ava kirine. Li Kurdistana Rojava jî di salên dawî de gavên erênî tên avêtin. Di înîsiyatifa Mazlum Kobanê de pêşketinek heye. Di navbera ENSK û TEV-DEM an jî di navbera ENKS û rêveberiya xweser de hevdîtin didomin. Lê heta niha tiştekî şênber derneketiye holê. Li Bakur pirsgirêk ne ew qas giran in. Li vir di nava partiyan de pevçûnek tune ye. Li vir pirsgirêk aktor in. Em dikarin bi amûrên guncav bigêjin armanca xwe. Ger ku armanca me li Bakurê Kurdistanê yekîtiya neteweyî be, ev erka partiyên Kurdistanî ye."     ÎTÎRAZA LI DIJÎ HDP’Ê    Tek anî ziman ku HDP xwe wekî "Partiya Tirkiyeyê" pênase dike û wiha axivî: "Di xebatên ji bo Yektiya Neteweya Kurd de ne guncav e ku HDP cih bigire. Bê guman HDP çawa xwe pênase bike ser serê me. Ew xwe wekî Partiya Tirkiye pênase dikin. Ji ber vê yekê ji bo em bigêjin armanca xwe HDP ne amûrekî guncav e. Divê partiyên Kurdistanî pêşengiya vê yekê bikin. Niha DBP derdikeve pêş. Lê di vê yekê de jî pirsgirêk heye. Pirsgirêk ev e ku em dêpirsgirêka Kurd çawa pênase bikin. Ger ku em pirsgirêka Kurd wekî demokratîkbûna Tirkiyeyê bibînin, wê demê stratejiya vê yekê cuda ye. Rê û xebatên wê cuda ne. Em ne li dijî HDP'ê ne. Lê HDP ne aktorek rast e. Dibe ku HDP ji bo yekîtiya Kurd erkê bide ser milê xwe. Di Yekîtiya Neteweya Kurd de HDP rola “partnerekî baş" digire. Lê divê HDP tevgera Neteweya Kurd be. HDP, dikare bi hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê bibe pirek baş. Bi rêxistina pir dengî û pir dengî bi rengê jinê, bi ermenî û suryaniyên di nava civakê de hatine wêdekirin, dikare di Muxalefeta Neteweya Kurdistanê de bibe partnerektî pir baş. Lê ger ku HDP rabe bêjei ‘Ezê Yekitiya Neteweya KURD pêk bînim' wê demê pirsgirêk heye.      MA / Mehmet Şah Oruç