Li New Yorkê teqîn 2017-12-11 16:22:18   NAVENDA NÛÇEYAN – Li herêma Manhattan a New Yorkê teqînek pêk hat. Hat ragihandin ku gelek kes birîndar bûne.    Li nêzî Qada Tîmes a herêma Manhattan a New Yorkê teqînek pêk hat. Lê teqîn ji ber çi pêk hatiye hêj nehatiye zelalkirin. Gelek polîs û ekîbên agirkujiyê sewqî cihê bûyerê kirin û mudaxeleyî şewatê tê kirin.    Hat ragihandin ku gelek kes birîndar bûne û têkildarî bûyerê kesek gumanbar hat binçavkirin.