Piştî 3 salan Wikipedia azad bû 2020-01-15 10:21:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Binasiya biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ku girtina Wikipediayê weke binpêkirina maf nirxand, di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Biryara 1'emîn Dadgeha Cezayê ya Silhê ya Enqereyê piştî ku ji Saziya Aagahiyên Teknolojî û Ragihandinê re bê ragihand, dê malper ji xwe gihandinê re bê vekirin.    Binasiya biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ku girtina Wikipedia'yê weke binpêkirina maf qebûl kir, di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Bi vê yekê re careke din pêvajoya vekirina Wikipediayê dest pê kir. Dadgeha Destûra Bingehîn, biryara ku bi piraniya dengan girtibû, ji 1'emîn Dadgeha Cezayê ya Silhê ya Enqereyê şand. Dema ku dadgeh biryarê ji Saziya Aagahiyên Teknolojî û Ragihandinê re bişîne, dê malper ji xwe gihandinê re vebibe.    Dadgehê di binasiya biryara xwe de destnîşan kir ku girtina Wikipediayê ne li gorî pêwistiyên pergala civaka demokratîk e û naverokeke ku girtina Wikipediayê mafdar nîşan bide tune ye.    Di sala 2017'an de bi angaşta ku Wikipedia nivîs û şîroveyên ku Tirkiyeyê bi komên terorîst re hevkar nîşan dida weşandibû hatibû girtin û astengkirin.