'Li Girtîgehê mama nedidan pitika 4 salî' 2020-01-15 09:21:45 AMED - Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Şehrîban Zûgûrlî ku ji Girtîgeha Tîpa T a Amedê derket, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û got, li girtîgehê girtiyeke ku rêviyên wê ji derve ne nayê tedawîkirin û pitikeke ku tevî diya xwe girtiye jî mamaya wê nadinê.  Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Şehrîban Zûgûrlî ku di 14'ê Mijdara 2019'an de hatibû girtin û wê biribûn Girtîgeha Tîpa D a Amedê, di 27'ê Kanûna 2019'an de hat berdan.    Zûgûrlî, diyar kir ku gava partiya wan ji bo çapemeniyê daxuyanî daye hatiye binçavkirin û paşê jî hatiye girtin. Zûgûrlî, anî ziman ku li girtîgehê lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin.    Zûgûrlî, destnîşan kir ku li girtîgehan mafên girtiyên siyasî tên binpêkirin û herî zêde jî ên tên mexdûrkirin girtiyên jin in. Zûgûrlî, got: "Lêgerîna tazî ferzkirineke ku rûmeta mirovahiyê bin pê dike. Ez meh û nîvekê mam. Gava em ji qawîşê derdiketin lêgerîneke dijwar hebû. Yanî tiştekî wisa bû ku di dema hevdîtina bi malbatan û parêzeran re hema bêje hevalên jin dihatin tacizkirin. Ên lêgerîn dikirin gardiyanên jin bûn. Gava te nedihişt pevçûn çê dibû. Lê taciz taciz e, çi mêr çi jin. Gava te nedihişt, cezayên hucreyê dihatin birîn. Me xwest ji bo vê em hevdîtinê bi rêveberiya girtîgehê re çê bikin. Lê hevdîtin çê nedikirin".    ŞIDETA DERÛNÎ   Zûgûrlî, da zanîn ku qadên hevpar ên jinan bi kamerayan tên şopandin û got, ev jî celebeke şidetê ye. Zûgûrlî, got: "Hin kes radibin qadên hevpar 24 saetan dişopînin. Ev şideteke derûniyî ye. Kargoyên ji derve dihatin ancax heftê carekê me dikaribû wergire. Lê dîsa jî zor li me ikirin. Hin amûrên dihatin bi hincetên pûç nedidan me. Rojnameya Yenî Yaşamê nedidan. Tenê rojnameyên çapemeniya hewzê didan. Pirtûk jî pir nedidan. Serê kesekê 10 pirtûk didan".    Zûgûrlî, diyar kir ku qada ku serşo û tuwalet lê bûn jî bi kamerayn dihatin şopandin. Zûgûrlî, anî ziman ku heftê tenê carekê ew jî saetekê ava germ dihat û ji xwe ne mimkune 13 kes di nav saetekê de serê xwe bişon.    NAYÊN TEDAWÎKIRIN    Zûgûrlî, anî ziman ku di şert û mercên girtîgehê de rewşa girtiyên nexweş pir xirab e ûg ot: "Bi rastî jî hevalên me yên tenduristiya wan xirab hebûn. Hevala me Gulî Kara, ji qelbê xwe emeliyat bûbû. Pir diêşiya. Diviya tim bê tedawîkirin. Kîst pê re hebû. Diviya pisporên welidînê tim pê re eleqedar bibûna. Lê bi vî halî jî bi lêgerînên dijwar re rû bi rû dima. Lê ji ber ku hevala me ev tişt qebûl nedikirin wê nedişandin girtîgehê jî. Heta sibehê ji ber sancûyan ranediket. Mafê me yê tenduirstiyê dihat astengkirin. Li revîrê tenê derman dihatin nivîsandin. Gava me sewq dixwest nedidan. Her wiha hevala Sozda hebû, rêviyên wê ji devre bûn. 20 sal in di girtîgehê de ye. Lê nayê tedawîkirin".    MAMAYA NEDIDAN    Zûgûrlî, anî ziman ku di qawîşê de pitikeke 4 salî jî hebû û got, îdareya girtîgehê mamaya wê nedida.    Zûgûrlî, ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gazî raya giştî kir.