Meger Îdareya Taybet rê çê kiriye! 2020-01-15 09:21:16 WAN - Emniyetê ji bo Şaredariya Ebexê gotibû "Şaredariya HDP'î ji bo endamên rêxistinê rê çê kiriye". Lê belê îdiaya emniyetê bi belgeyan hat derewandin. Rêveberiya qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji dadgehê re got Îdareya Taybet a Bajêr rê çê kiriye.    Gava Farûk Demîr hevşaredarê Şaredariya Ebexê ya Wanê bû, qeyûm hatibû tayînkirin û 9 mehan di girtîgehê de mabû. Lê belê derket holê ku tiştên Demîr pê hatine tawanbarkirin, bê çawa ji bo tayînkirina qeyûm hincet hatine çêkirin. Berî qeyûm tayînî şûna Demîr bê kirin bi du rojan, emniyetê hincetek çêkiribû. Lê belê niha ew hincet bi belgeyan hatin pûçkirin.    EMNIYET: ŞAREDARIYÊ JI BO RÊXISTINÊ RÊ ÇÊ KIRIYE    Di 15'ê Sibata 2017'an de qeyûm tayînî Şaredariya Ebexê hatibû kirin. Berî qeyûm bê tayînkirin bi du rojan yanî di 13'ê sibata 2017'an de polîsan derbarê hevşaredaran de girtek amade kiribûn û îstinadên sûcî çê kiribûn. Di girtekên polîsan de hatibû îdiakirin ku hevşaredaran "Ji bo PKK'yiyan rê çê kirine". Di girtekan de hatibû îdiakirin ku hevşaredaran li quntarn Çiyayê Tendûrekê ji bo endamên rêxistinê rê çêkirine.    MEGER ÎDAREYA TAYBET ÇÊ KIRIYE!    Ev îdiayên di girteka polîsan de di îdianameya Hevşaredar Farûk Demîr de jî cih girtibûn. Ji ber vê Demîr bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin. Lê belê parêzeran ji dadgehê xwest ku dixwazin hîn bibin ka kîjan sazî rê çê kiriye. Li ser vê Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Wanê jî derbarê çêkirina rêya navabirî de ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê agahî xwestin. Şaredariyê jî bi nivîseke fermî bersiva dadgehê da. Şaredariyê di nivîsa xwe de diyar kir ku Îdareya Taybet a Bajêr rê çê kiriye.    MA / Adnan Bîlen