‘Her kes wekî mirineke asayî be li vê trajediyê mêze dike' 2020-01-15 09:17:29 ANTALYA - Parêzer Ahmet Çevîk, bal kişand ser mirina penaberên ku li Ege û Behra Spî dimirin. Çevîk, diyar kir ku mafên penaberan tên binpêkirin û got: "Her kes wekî mirineke asayî be li vê trajediyê mêze dike".  Li gorî daneyên Wezareta Karên Navxweyî, di sala 2018'an de 56 hezar, ji meha Cotmeha 2019'an ve 75 hezar û 172 û bi giştî 95 hezar penaber hatine dersînor kirin. Parêzer Ahmet Çevîk, dersînorkirina penaberan nirxand.    Çevîk, destnîşan kir ku di salekê de rêjeya dersînorkirinê du qat zêde bûye û bal kiaşnd ser dijberiya penaberan a ji bo sûriyeyî û biyaniyan û zimanê wan ê nefretî. Çevîk, bal kişand ser trajediya penaberan a li Ege û Behra Spî jî û got: "Her kes wekî mirineke asayî be li vê trajediyê mêze dike. Her wiha polîtîkayên dewletên serdest jî ne sammî ne. Tirkiye li ser rêya koçberiyê ye û li navendên paşveşandinê gelek penaber li benda şandinê ne û ev kes di şert û mercên giran de dimînin ku ev şert ji ên girtîgehan xirabtir in. Yanî em nikarin behsa parastina mafên penaberan bikin".    BINPÊKIRIN TÊN REWAKIRIN    Çevîk, anî ziman ku kes xwe nade ber mirina penaberan û xwe berpirsiyar hîs nake û got, serdest binpêkirina mafên penaberan rewa dikin. Çevîk, bibîr xist ku penaber û biyaniyên hatine zewicîne û zarokên wan çê bûne, lê belê derbarê wan de biryara dersînorkirinê hatiye girtin. Parêzer Çevîk, da zanîn ku muwekîleke wê ya ji Kongoyê ku xwendekara zanîngehê ye destûra wê ya mayînê hatiye betalkirin û derbarê wê de biryara dersînorkirin hatiye girtin. Çevîk, got: "Ji ber vê me serî li Dadgeha Îdareyê da û me xwest biryara dersînorkirinê bê betalkirin. Piştî demekê bi welatiyekî tirk re zewicî û ducanî bû. Lê dîsa jî dadgehê biryara dersînorkirinê pesend kir. Me serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da û me xwest ev biryar bê rawestandin. Dadgehê, bi awayekî tedbîrî biryar rawestand û niha em li benda biryarê ne".    Çevîk, dîsa bibîr xist ku şert û mercên penaber tê de ne dijwar in û got, divê dev ji polîtîkayên hişk bê berdan û divê mafên ji bo penaberan pêk bên da ku karibin bi awayekî mirovane bijîn.    MA / Hamdûllah Kesen