Girtiyên ji ber derbkirinê li ber gardiyanan rabûn hatin derbkirin 2020-01-15 09:16:53 MÊRSÎN - Li Girtîgeha Tarsûsê, gava gardiyan girtiyekî derb dikin, du girtiyên din jî li ber gardiyanan radibin û ji ber vê her du girtî jî tên derbkirin.    Li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tarsûsê, di 21'ê Mijdara 2019'an de gava gardiyan girtiyekî derb dikin, girtî Mûrat Bîlen û Bahattîn Çelebî jî li ber gardiyanan radibin û vê carê her du jî tên derbkirin.    Piştî bûyerê bi mehekê yanî di 27'ê Kanûna 2019'an de parêzer Battal Gazî Încî hevdîtinê bi girtiyan re çê dike û girtî behsa tehdeya li wan hatiye kirin dikin.    Încî, diyar kir ku piştî girtî hevdîtinê bi midûrê girtîgehê re çê dikin tên derbkirin û got: "Muwekîlê min Bîlen û hevalê wî yê qawîşê bahattîn Çelebî, ji ber binpêkirinên kêfî û zextan diçin cem midûr. Piştî hevdîtinê gava vedigerin qawîşê, dibînin ku li qawîşeke din gardiyan girtiyê bi navê Şerko Genco bi erdê ve dikişînin û radibin mudaxile dikin. Piştî vê muwekîlê min û hevalê xwe bi awayekî dijwar tên derbkirin û wan dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê. Piştî nexweşxaneyê muwekîlê min û hevalê xwe giliyê gardiyanan dikin, lê tiştek nayê kirin. Bi ser de mehek cezayê hevdîtinê li muwekîlê min dibirin".    Încî, anî ziman ku rapora derbkirinê wergirtine û got, hîn jî li ser çavê muwekîlên wî şopên derbkirinê hene.    Încî, destnîşan kir ku ji ber binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û ji ber derbkirina muwekîlê wî û hevalê muwekîlê wî li Serdozgeriya Komarê ya Tarsûsê giliyê gardiyanan kirine.    MA / Ergin Çağlar