Girtiyê ku diranên wî hemû kurmî bûne nayê tedawîkirin 2020-01-15 09:15:29 COLEMÊRG - Huseyîn Aşkan ku piştî greva birçîbûnê diranên wî kurmî bûne nayê tedawîkirin. Dayik Suheyla Aşkan ku 2 meh in kurê xwe nedîtiye, ji bo rewşa kurê xwe bifikar e.  Piştî greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîdkirina li Îmraliyê hatibû destpêkirin, li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûbûn û hîn jî didomin. Li Girtîgeha Tîpa L a Panosê, girtî nayên tedawîkirin. Yek ji van girtiyan jî Huseyîn Aşkan e. Aşkan di 8'ê Kanûna 2012'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û 18 sal ceza lê hatibû birîn. Aşkan, nexweş e û nayê tedawîkirin. Dayik Suheyla Aşkan ku ji ber cezayên rêveberiya girtîgehê 2 meh in kurê xwe nedîtiye, anî ziman ku piştî greva birçîbûnê diranên kurê wê hemû kurmî bûne û got, ji ber vê rewşê bifikar in.    Dayik Aşkan ku li Taxa Yenîmahalle ya Colemêrgê dijî, diyar kir ku piştî greva birçîbûnê diranên kurê wê hemû reş bûne û ji bo tedawiyê gelek caran serlêdan pêk aniye lê belê dîsa jî wî nebirine nexweşxaneyê.    ‘DIRANÊN WÎ KURMÎ DIBIN'    Dayik Aşkan, diyar kir ku ji ber cezayê hevdîtinê hatiye birîn 2 meh in kurê xwe nedîtiye û got: "8 sal û mehek e di girtîgehê de ye. Piştî greva birçîbûnê diranê wî giş reş bûne û hêdî hêdî kurmî dibin. Îro me bi telefonê bi hev re xeber da û got, her diçe tenduristiya wî xirabtir dibe. Got, herî kêm deh caran ji bo tedawiyê serlêdan pêk aniye, îdareya girtîgehê daxwaznameyên wî qebûl kirine lê belê dîsa jî nayê tedawîkirin".    ‘DI NAV XWARINÊ DE KÊZIK HENE'    Aşkan, diyar kir ku li girtîgehê pirsgirêka xwarin û avê heye û got: "Got, xwarina 5 kesan didin 18 kesan û di nav xwarinê de kêzik hene. Got, ji ber ku ji rêveberiya girtîgehê re gotine ceza li wan hatiye birîn. Her wiha got, xweşikî ava germ jî nadin wan".    MA / Hamza Gunduz