ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2020'AN 2020-01-15 09:00:48 * Hevserokê PEN’a Kurd Zimanzan Samî Tan, diyar kir ku dê nexşerêyekê derxînin û Newroza îsal bikin Newroza zimanê kurdî. Sekreterê Giştî yê PEN'a Kurd Omer Fîdan jî da zanîn ku kêsên ku doza pêşengtiya kurdan dikin divê ziman û çanda kurdan baş bizanin û wiha axivî: “Tor jî bi israr wê daxwazê dike û dibê nûnerên vî gelî, bila gelî baş nasbikin ku bikaribin nuneriya wî bikin.” * Huseyîn Aşkan ku piştî greva birçîbûnê diranên wî kurmî bûne nayê tedawîkirin. Dayik Suheyla Aşkan ku 2 meh in kurê xwe nedîtiye, ji bo rewşa kurê xwe bifikar e.    * Welatiyên ku ji ber krîza aborî êdî nikarin ji bin fatûreyan derkevin, gazin kirin û gotin: "Qezenc tune, lêçûn pir in".    * Li Girtîgeha Tarsûsê, gava gardiyan girtiyekî derb dikin, du girtiyên din jî li ber gardiyanan radibin û ji ber vê her du girtî jî tên derbkirin.    * Parêzer Ahmet Çevîk, bal kişand ser mirina penaberên ku li Ege û Behra Spî dimirin. Çevîk, diyar kir ku mafên penaberan tên binpêkirin û got: "Her kes wekî mirineke asayî be li vê trajediyê mêze dike".    * Li Rêya Armûşê, kesekî ku li firinê bixebite, mehê 300 lîreyî heqê kirê dide, hezar lîreyî ji bo metbaxê xerc dike, 200 lîreyî heqê ceryanê dide, 130 lîreyî heqê tûp dide, 230 lîreyî heqê benzînê dide û ji bo 5 zarokên xwe yên diçin dibistanê jî hezar û 500 lîreyî xerc dike. Dûman, ji bo debara malbata xwe ya ku 9 kulfet in bike her meh 956 lîreyan deyndarê firinê ye.    * Emniyetê ji bo Şaredariya Çildiranê gotibû "Şaredariya HDP'î ji bo endamên rêxistinê rê çê kiriye". Lê belê îdiaya emniyetê bi belgeyan hat derewandin. Rêveberiya qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji dadgehê re got Îdareya Taybet a Bajêr rê çê kiriye.    * Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Şehrîban Zûgûrlî ku ji Girtîgeha Tîpa T a Amedê derket, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û got, li girtîgehê girtiyeke ku rêviyên wê ji derve ne nayê tedawîkirin û pitikeke ku tevî diya xwe girtiye jî mamayê wê nadinê.    * Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, dê li Otela Elite World a Stenbolê têkildarî geşedanên dawî daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)   * Sendîkaya Belediye-Îş'ê, bi boneya Şaredariya Bakirkoyê ya Stenbolê mafê karkeran nade wan û ji bo şaredarî heqê karkeran bi rêk û pêk bide wan, dê li pêş avahiya Şaredariya Bakirkoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Yekemîn danişîna doza Hevşaredara Peyasê Keziban Yilmaz a bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" doz li wê hatibû vekirin, dê li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-16.00)