Îfadeyan rastî derxist holê: Tu tevdîr nehatiye girtin 2017-12-11 15:10:57 EDENE - Di Yurda Aladagê de şewat derketibû, 11 jê xwendevan 12 kesan jiyana xwe ji dest da, 24 xwendekar jî birîndar bûbûn. Doza der barê karesata yurdê de hat vekirin, hat diyarkirin ku peywirdarên yurdê bi tu awayî nehatine perwerde kirin û li yurdê berê şewatê lêkolîn nehatine kirin. Li navçeya Aladagê ya Edeneyê di Yurda Keçan a Aladagê ya Taybet de, di 29'ê Mijdara 2016'an de şewa derketibû, 11 jê xwendevan, 12 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 24 zarok jî birîndar bûbûn. Der barê bûyerê de, lêpirsîn hat destpêkirin, Midurê Yurdê Cumalî alî Genç jî di nav de 6 kes hatin girtin û der barê 7 kesan de doz hat vekirin. Dosyaya ku hat kirin yek, îro hat dîtin.   Doza 6 ji wan girtî û 14 bersîcan, cara 4'emîn li Salona Konferansê ya Odeya Bazirganiya Kozanê hat dîtin.   Berî doz dest pê bike, malbatên mexdûr li ber edliyeyê daxuyanî da. Li ser navê malbatan Prz. Omer Gukhan Çelîk axivî û aşkera kir ku bersûcên ji bûyerê berpirsyar dê îro derxin dadgehê û careke din ji bo zarokên mexdûran edalet xwestin.   Seroka Şaxa Egîtîm Sena Edeneyê Feray Aytekîn Aydogan, got ku "Zarokên me teslîmê cemaetê kirin" û wiha axivî: "Pergala perwerdeyê li ser berovajiyê hatiye avakirin. Çavkaniyên ku ji civakê re nehatin vekirin, pêşkêşî cemaetan kirin."   Piştî danasîna nasnameyan, hat diyar kirin ku di karesata li yurdê de îhmal gelekin û dosyayên dozê bi hev ve girêdan. Bayram Aydin ê parastina xwe kir, piştrast kir ku ew di qaymeqamiyê de dixebite, der barê şewat û ewlehiya kar de wî tu perwerde nedîtiye.   Rûniştina dozê bi axaftinên bersûcan dewam dike.