Li Amedê wesayîteke zirxî zilamekî 68 salî kuşt 2020-01-14 23:59:37     AMED - Li Çinarê wesayîta bankeyekê pêl Mûstafa Erdoganê 68 salî kir û Erdogan jiyana xwe ji dest da.    Li navçeya Çinarê wesayîta zirxî ya bankeyekê pêl Mûstafa Erdoganê 68 salî kir. Gava Erdogan ji xaçerêya Mizgefta Dortoylê derbasî aliyê din dibû wesayît pêl wî kir û bi giranî birîndra bû.   Erdogan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê, lê belê ligel hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da.