2 endamên HDP'î yên meclîsa şaredariyê ji peywirê kirin 2020-01-14 19:14:17     BEDLÎS - Wezareta Karên Navxweyî, du endamên HDP'î yên Meclîsa Şaredariya Tetwanê ji peywirê girt. HDP'iyan got, "Ji me yek jî bimîne em ê bitêkoşin".    Wezareta Karn Navxweyî, du endamên HDP'î yên Meclîsa Şaredariya Tetwanê ji peywirê girt. Wezaretê ji bo dûrixstina ji peywirê ya Endamê Meclîsê Ahmet Barût û Îbrahîm Ozdek lêpirsînên berê yên derbarê wan de kir hincet.    Di hilbijartinê de 14 endamên HDP'î û 11 jî ên AKP'î bi ser ketibûnç Lê belê Wezareta Karên Navxweyî di 20'ê Gulana 2019'an de 9 endamên HDP'î jipeywirê girtibû. Piştî dûrixstina ji peywirê ya Ozdek û Barût, li meclîsa şaredariyê tenê 3 endamên HDP'î mane.    HDP'iyên ji peywirê hatin dûrxistin destnîşan kir ku yek jî wan bimîne wê dev ji têkoşînê bernedin.