Keşîş Aho Bîleçen hat berdan 2020-01-14 18:33:46   MÊRDÎN - Keşîşê Keşîşxaneya Mor Yaqûbê Sefer (Aho) Bîleçen ku di 10'ê Çileyê de bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" hatibû girtin, piştî îtiraza parêzeran hat berdan.    Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê Keşîşê Keşîşxaneya Mor Yaqûbê Sefer (Aho) Bîleçen bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" hatibû binçavkirin û di 10'ê Çileyê de jî hatibû girtin. Piştî parêzeran îtiraz kir Dadgeha Cezayê Sulhê ya 2'yan a Mêrdînê jî îtiraza parêzeran qebûl kir û Bîleçen berda.    Piştî biryara dadgehê Keşîş Bîleçen ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê derket. Welatiyên suryanî û Keşîşê Keşîşxaneya Deyrûlzaferanê Gabrîel Akkûrt Bîleşen pêşwazî kirin. Bîleçen, diyar kir wê tiştekî nebêje, tenê got: "Betilandîme".