Li Mêrdînê mehek din jî çalakî û şahî hatin qedexekirin 2020-01-14 16:50:59   MÊRDÎN – Walîtiya Mêrdînê ragihand ji bo mehekê carek din çalakî û şahî qedexe kirin û li dar xistina çalakî û şahiyan girêda “destûrê.”    Li Mêrdînê û navçeyên wê qedexeya çalakî, daxuyanî û şahiyan dewam dike. Walîtiya Mêrdînê carek din ragihand ku hemû çalakî û şahiyên li bajêr û navçeyan werin li dar xistin hatine qedexekirin û ji bo li dar xistinê divê “destûr” ji walîtiyê bê xwestin. Piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatiye kirin her meh bi awayek rûtîn çalakî û şahî tên qedexekirin.