Doza rojnameger Dogrû hat taloqkirin 2020-01-14 15:46:30   AMED – Danişîna doza rojnameger Rojhat Dogru hat dîtin û dadgehê danişîn taloq kir.    Di çalakiyên Kobanê de şahid Ridvan Ozdemîr li ser rojnameger Rojhat Dogrû axivîbû û gotibû “Di destek wî de kamera hebû û di destê din de jî bi çekê gule berda.” Ji ber vê yekê bi angaştên “Yekîtî û yekrêziya dewletê xera kiriye”, “Bi qestî birîndar kiriye”, “Endamê rêxistinê ye” û “Propaganda rêxistinê kiriye” doz li Rojhat Dogrû hat vekirin. Danişîna pêncemîn a doza Dogru li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.    Dogrû û parêzerê xwe Resûl Tamûr amade bûn. Gazinker Ridvan Ozdemîr jî bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) ji 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê beşdarî danişînê bû.    Piştî parastinan heyeta dadgehê danişîn bi biryara kêmasiyên di dosyeyê de bên temamkirin doz taloqî 24’ê adarê kir.