Li Amedê kesek hat binçavkirin 2020-01-14 14:27:10 AMED - Li Gundê Misêrîkê yê navçeya Çinar a Amedê Kemal Eken duh di serdegirtina malê de hat binçavkirin û hêj binçavan de ye.   Li Gundê Misêrîkê yê navçeya Çinar a Amêdê, leşkeran duh di saetên serê sibê de ser mala Abdulkadîr Eken de girtin. Hat diyar kirin ku di serdegirtina malê de lawê Abdulkadîr Eken, Kemal Eken hat binçavkirin. Parêzerê Kemal Eken ê ku pê re hevdîtin kir, da zanîn ku ji ber li ser dosyayê biryara veşartinê heye Eken nizane ji ber çi hatiye binçavkirin.    Di 8’ê Kanûna 2019’an de Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîneke dabû dest pê kirin. Di encama vê lêpirsînê de Fermandariya Leşkerî ya Amedê li gundên girêdayî Çinar, Rezan û Peyasê 24 kes binçav kiribûn. Her 24 kes piştî 12 rojan dibin çavan de man  û rastî îşkenceyê hatin, derxistibûn dadgehê. Ji 24 kesan 21 kes bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê”, “Alîkarî dayîna rêxistinê” û “Alavên teqemeniyê li cem xwe peydakirinê” hatibûn girtin û 2 kes jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.