Qeyûm bi afîşan bertekên li dijî zema avê ditepisîne 2020-01-14 13:49:14 AMED - Qeyûmê Amedê Hasan Basrî Guzeloglû, bertekên saziyên sivîl ên ji bo zema avê bi afîşên "Em di bin sermiyan de avê difiroşin" bersivand.    Derketibû holê ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hasan Basrî Guzeloglû ku tayînî şûna Hevşaredar Adnan Selçûk Mizrakli hatibû kirin, di 17'ê Mijdara 2019'an de bi rêjeya sedî 35-330'î de avê zem kiriye. Têkildarî zemkirina avê ji aliyê şaredariyê ve tu daxuyanî nehatibû dayîn. Di 30'ê Kanûna 2019'an de Miduriyeta Giştî ya Îdareya Qenelîzasyon û Avê ya Amedê (DÎSKÎ) mizginiya daxistina avê dabû.    Li ser nûçeyên ku têkildarî zemkirinê hatin çêkirin, DÎSKÎ'yê daxuyanî da û angaşt kir ku tenê ji sedî 50 avê zem kirine. Li ser bertekên zêde yên saziyên sivîl, qeyûm Guzeloglû, afîşên "Em di bin sermiyan de avê difiroşin" li Bîllboardên bajaran daleqand. Di afîşên ku navê qeyûm jî li ser wan heye de tê angaştkirin ku metrekupek av li ser DÎSKÎ'yê bi 3.71 TL dibe mal û bi 3.50 jî tê firotin.