Doza Kemal Kûrkût: Mudalixeyî dosyayê tê kirin 2020-01-14 13:27:02 AMED - Rûniştina darizandina polîsê ku Kemal Kurkut qetil kir pêk hat. Parêzer Reyhan Yalçindag, di parastina kir de wiha got: "Em difikirin ku mudaxileyî dosyayê tê kirin." Xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût di sala 2017'an de dema ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê yên li Amedê bû, ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Der heqê polîsê kujer Y.Ş. de ji ber sûcê "kuştina bi zanebûn" doz hatibû vekirin. Rûniştina 8'emîn a dozê hat dîtin. Di rûniştina li Dadgeha Cezayê Giran a 7'emîn a Amedê hat dîtin de, polîsê bersûc Y.Ş. û parêzerê wî amade bû. Dayika Kûrkût Secan û birayê wî Ferhat Kurkut û parêzer Reyhan Yalçindag di danişînê de amede bûn.    DORPÊÇIYA POLÎSAN   Balkêş bû ku pêşiya edliyeyê û korîdora ku rûniştin lê bê kirin ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin. Nêzî 15 polîs jî ketin salona rûniştinê û rûniştin şopandin.   Di rûniştinê de ji bo çareserkirina nakokiyên navbera raporên pisporan, rapora pisporên Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê hate xwendin ku tê de dihate îdîakirin "fîşek li zemîneke hişk ket û li bedenê ket." Dadgehê ragihand ku polîsê bersûc Y.Ş. di navbera rûniştinan de li ser raporê daxwaznameya parastinê bi nivîskî şand.   Polîsê bersûc Y.Ş. der barê rapora saziya tipa edlî ya Stenbolê de axivî û parastina xwe ya di navbera rûniştinan de kir dubare kir. Dayik Secan Kurkut jî got, "Ez wan hewaleyî xwedê dikim. Kemal bêsûc bû. Dibe ku westiya bû, wê rojê bêxew bû. Bêguneh bû."   PARÊZER YALÇINDAG: DEST LI DOSYAYÊ HATE WERDAN   Parêzera malbata Kurkut Reyhan Yalçindag jî nerazîbûn nîşanî rapora pispor da û anî ziman, ku cihê fikaran û gumanan e ku heman sazî raporên li dijî hev amade bikin.   Parêzer Yalçindag got, "Em di wê baweriyê de ne ku dest li dosyayê hatiye werdan."   Dozgeriyê jî diyar kir ku ji bo rapora pispor ew tiştekî nabêjin, ji bo amadekirina nêrîna xwe ya li ser esasê xwest ku dosya ji wan re bê şandin.   HAT TALOQKIRIN   Heyeta dadgehê biryar da ku muwekîlên beşdarî rûniştinê bûne parastina xwe li dijî rapora saziya tipa edlî bikin amade bikin û dosya ji Serdozgeriya Komarê re bê şandin ku nêrîna xwe ya li ser esasê amade bike. Bi vê armancê rûniştina dozê ji bo 24'ê Adarê taloq kir.