10 gardiyenên bi ser hucreyê de girtin Demîr ê girtî derb kirin 2020-01-14 12:48:37 WAN - Hat diyar kirin ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê, 10 gardiyenan dibin navê lêgerînê de bi ser hucreya yek kesî ya Şerafettîn Demîr de girtin û derb kirin.    Li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê, zext û êrîşên li ser girtiyan her roja diçe zêdetir dibin. Li van zext û êrîşan yek din zêde bû. Şerafettîn Demîr ê ji sala 2011’an ve girtiye û ev 3 salin di hucreya yek kesî de dimîne, 10 gardiyenan dibin navê “lêgerînê” de di 10’ê Çile de bi ser hucreya wî de girtin û derb kirin.     Bavê Demîr Cemal Demîr, diyar kir ku hevjîna wî û kurê roja Înê 10’ê Çile çûn hevdîtina vekirî û wiha got: “Rêveberiya girtîgehê dest pê kê ji wan re dibêjin ‘ hîna dûr nehatiye we’ û wan didin rawestandin. Dûre dema kurê min û hevjîna min dîsan pirs dikin vê carê ji wan re dibêjin, Şerafettîn birine nexweşxanê. Piştî demekê radiwestin, wan dixin odeyekê de û bi tenê hevdîtin dikin. Berê bi malbatên girtiyên din re derdikevin hevdîtinê lê vê carê jî tenê di odeyekê de hevdîtin kirin.”    ’10 GARDIYENAN DERB KIRIN’   Bavê Demîr, gotûbêja di navbera  kurê wî û hevjîna wî de derbas bû, wiha vegot: “Hevjîna min ji kurê min pirsa ‘Çiyê te heye, gelo çima tu birin nexweşxanê?’ dike. Kurê min jî dibêje, ‘Tiştek tuneye daye.’ Çi dema ku hevjîna min destê kurê min digire, şopên derb û lêdanê dibîne. Zendê wî sor bibûn û li ser destên wî şopên neynokan hebûn. Hevjîna min li ser vê yekê dîsa jê pirsa ‘Qey tu derb kirin?’ dike. Kurê min dûre bûyera di serê wî re derbas bûyî vedibêje. Serê sibê 10 gardiyan dikevin hucreya wî, hemû alavên wî belav dikin û wî derb dikin. Piştî ku wî derb dikin, wî dibin revîra girtîgehê. Lê raporê nadinê.”   SERÎ LI ÎHD’Ê DAN     Bavê Demîr Cemal Demîr serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê da û wiha bilêv kir: “Gelo edelat ku derê ye? Ev zilme, heqarete û zextin. Gelo di kî dera Îslamiyetê de ev heye? Çawan dibe ku 10 kes li kesekê di hucreyê de ye bidin û derb bikin. Ka li ku derê ye edaleta we?”    Derbarê mijarê de em li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê geriyan. Rayedarên girtîgehê, bi hinceta midurê girtîgehê ne amade ye, darbarê mijarê de tu agahî nedan.