Keşîş Bîleçen: Ne ji bo rêxistinê ji bo pêwîstiya baweriya xwe kir 2020-01-14 11:37:54 MÊRDÎN - Ji Baroya Rihayê, heyetek bi Keşîşê Dêrxezalkê Sefer (Aho) Bîleçen ku hatibû girtin re hevdîtinek kir. Bîleçen, diyar kir ku ne ji bo piştgiriya rêxistinê ji ber pêwistiya baweriya xwe xwarina daye endamên rêxistinê.  Di 9'ê Çileyê de leşkeran bi ser gundê Xarabalê yê navçeya Nîsêbînê ya Mêrdîne de girtibûn û Keşîşê Dêrxezalkê Sefer (Aho) Bîleçen binçav kiribûn. Keşîş Bîleçen, rojek piştî binçavkirina xwe derketibû dadgehê û bi hinceta "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin. Ji Navenda Mafê Mirovan a Baroya Rihayê heyetek parêzer, bi armanca têkildarî girtina Bîleçen raporek amade bikin, li Girtîgeha Tipa E ya Mêrdînê bi Bîleçen re hevdîtin pêk anî. Heyeta parêzeran paşê jî bi nûnerên civaka suryanî re hevdîtin kir. Parêzer Mûstafa Vefa ku di heyeta parêzeran de cih girt, têkildarî hevdîtina bi Bîleçen re ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    BÎLEÇEN: NIKARIM DEREWAN BIKIM   Vefa, diyar kir ku Bîleçen ji wan re ragihandiye ku daxuyaniyên îttîrafkar Mujdat S. ên têkildarî wî ji rastiyê dûr in û ev tişt got: "Di 2018'an de 2 endamên rêxistinê hatin dêrê. Ji min xwarin xwestin, min jî da wan. Paşê ev hatibû tespîtkirin. Li ser vê yekê Fermandarê Cendirmeyan ê demê Metropolît kir dewrê û bi min re hevdîtin kir. Min înkar nekir. Ji bo ku bûyer dubare nebe, min daxwaz kir ku bergiriyên ewlehiyê bigirin. Lê tu bergirî nehatin girtin. Piştî girtina girtekê ji min tirêqê ku ser bûyerê hat girtin. Kî were ber derê min ez ê xwarin bidim wan. Weke felsefe û olî divê ez bidim. Ji ber ku keşîş im divê derewan nekim. Min vê yekê ne ji bo piştgiriya rêxistinekê, ji ber pêwîstiya baweriya xwe kir. Di wateya felsefê de nikarim îxbar jî bikim. Di watreya olî de wiha ye. Ez jixwe nikarim derkevim derveyî dêrê."   'CIVAKA SURYANÎ DIFIKIRE'   Vefa, destnîşan kir ku di hêla tenduristiyê de rewşa Bîleçen baş e û ev tişt anî ziman: "Bîleçen girtina xwe felsefî û olî dinirxîne. Naqehire. Jixwe jiyaneke înzîvayî dijî. Pir girîngiyê nade mayîna xwe ya li girtîgehê. Lê difkire ku girtina wî di civaka suryanî de bibe sedema şikandinê. Li ber bêxwedîhiştina dêrê dikeve. Ji ber bêxwedîmayîna xezalên ku li dêrê xwedî dike, bi guman e. Lê mijara ku herî zêde ji bi guman e civaka surayanî ye. Difikire ku hewceyê girtina wî nake. Wate nade girtina xwe."   'DIBE KU BIBE SEDEMA KOÇÊ'   Di berdewamê de Vefa, biryara dadgehê rexne kir û wiha doman: "Di qanûn de, ji ber asta wan a di civakê de, heke kesek sûc kiribe jî îstîsnayên ku neyên girtin hene. Keşiîş Aho jî yek ji van mînakan e. Nareve tu derê. Ev ji bo civaka suryanî girîng e. Di encamê de em qala civakekek hestiyar û hesas dikin. Dikaribû biryara kontrola edlî jî bihata dayîn. Cezayek ku girtina wî hewce bike tuneye. Tenê xwarinek daye. Girtin tedbîreke giran e." Vefa, herî dawî jî ev tişt got: "Civaka suryanî ji ber "ewlehiyê" dibe ku newribe biçe dêrê. Heke keşîş hatibe girtin dê suryaniyên li her heft gundên herêmê jî heman gumanî bijÎn. Dibe ku bibe sedema koçberbûna suryaniyan a ji herêmê. Divê ku ev hesasiyet li ber çav bê girtin û li gorî vê yekê biryar bên dayîn. Ji bo vê hê dereng nîne."   MA / Ahmet Kanbal