Ji bo Gulmen û Ozakça bang li Komîsyona OHAL’ê kirin 2017-12-11 14:32:01 STENBOL – Ji bo Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ku 278 roj in di greva birçîbûnê de ne bang li Komîsyona OHAL’ê hat kirin û xwestin ku têkildarî dosyeya wan biryarê hatine girtin demildest bên aşkerekirin.  Piştgiriya Ji Bo Nuriye û Semîh bi boneya balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Ji çalakgerên Kolana Yukselê Velî Saçilik , Nûnerê TÎHV a Stenbolê Umît Efe û gelek endamên Piştgiriyê beşdarî civînê bûn. Umît Efe daxuyanî da û bi bîr xist ku çalakiya “Em karê xwe paş ve dixwazin” 398 roj li pey xwe hişt û got: “Li gel hemû êrîşên li dijî çalakiyê jî lê êrîş negihiştin armanca xwe. Nuriye û Semîh bi berxwedana xwe di nav dilê hemû civakê de cih girtine.”   Efe van bangan li rayedaran kir:    * “Biryara têkidlarî dosyeyên Nuriye û Semîh demildest aşkere bikin.    * Ka komîsyona we dixebite naxebite ne diyar e, vê ne diyariyê aşkere bikin    * Tu mafê we tune ye hûn bibin sedemê canê bi sed hezaran mirov û Nuriye û Semîh bihelin.    * Demildest bêyî mudaxeleya siyasî têkildarî pêvajoya Nuriye û Semîh ji raya giştî re zelal bikin.    ‘EW DIHELIN’    Pişt re Velî Saçilik jî axivî û destnîşan kir ku AKP dixwaze eleqeya civakê ya li hember Gulmen û Ozakça bişkêne û got: “Her roja ku diçe Nuriye û Semîh dihelin. Demildest biryara xwe aşkere bikin û bila ew vegerin karê xwe.”