Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin 2020-01-14 11:06:58   STENBOL - Parezerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi boneya bi muwekilê xwe re hevditin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F  a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye, ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji parêzerên Ocalan Nevroz Uysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç, dîsa serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji parêzerên Ocalan Nevroz Uysal û Rêzan Sarica, piştî 8 sal şûnde di 2- 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de hevdîtin kiribûn. Serlêdanên parêzeran piştî 7'ê Tebaxê hemû serlêdan bên bersîv tên hiştin.