ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2020'AN 2020-01-14 09:00:46 * Karkerên ku ji ber endamên Sendîkaya Derîteksê bûn ji SF Tradeyê ji kar hatin derxistin, gotin heta vegerin ser karê xwe wê bitêkoşin.  * Parlementerê CHP'ê yê Îzmîrê Attîla Sertel, destnîşan kir ku Tirkiye bi şandina eskeran a ji bo Lîbyayê bûye alîgirê şer û got, wê ev yek tesîrê li aboriya welat û gelek tiştên din bike.    * Li Colemêrgê, ji ber krîza aborî di nav salekê de 337 esnafan dikanên xwe girtiye. Serokê Yekîtiya Esnaf û Sinhetkaran a Colemêrgê Mûharrem Tekîn, anî ziman ku li bajarê wan sê deriyên sînor hene, lê belê ne îthalat ne jî îxracat tê kirin.    * Tabelaya kurdî ya Şaredariya Bajaroka Kaniyahenê ya navçeya Hezoyê hatibû daxistin. Piştî hatibû daxistin bûbû cihê nerazîbûna. Lê belê vê carê wê sê zimana dîsa bê daliqandin.    * Li Çîneyê, şîrketên madenê ser nexweşîna sîlîkozîsê digirin. Ûgûr Aydogdû ku bi hinceta krîza aborî ji kar hat derxistin, gava ji bo karekî nû serlêdanê pêk tîne pê dihese ku bi nexweşîna sîlîkozîsê ketiye. Her wiha Bûrhan Ozdemîr jî anî ziman ku heta niha 50 karker mirine û bêyî ku zanibin ji ber nexweşîna pîşeyî mirine wan defin kirine.    * Girtiyên di Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa F a Kandirayê de, ragihandin ku gav wan dibin nexweşxane û dadgehê di hundurê hucreyên di rîngê de dibin.    * Danişina doza kuştina Kemal Kurkut ku di Newroza 2017'an de ji aliyê polîsan ve hat kuştin, dê li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)   * Danişîna doza Midûrê Karên Nivîsan ê Yenî Yaşamê Osman Akin dê li 24'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.05)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî dê di Koma Meclîsê ya HDP'ê de geşedanên di nava rojevê de binirxîne. (12.45)   * Danişîna doza Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tural jî di navde 12 endamên HDP’ê yên ku li ser daxuyaniya Wezîr doz li wan hat vekirin, dê li 12’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê bê dîtin. (10.00-19.00)