'Gumanek mezin Mossadê cenazeyê Haci Birlik kaşkirine' 2017-12-11 14:08:35 ŞIRNEX – Erdogan li pêşberî medya got “Li terorîstên ku çavê zarokê 14 salî girê dane binerin, bi çi halî kaş dikin". Piştî vê yekê li ser medya civakî bertek û nerazibûn zêde bûn. Bikarînerên medya civakî li ser hesabê medya bertek nîşanî kuştinê zarokên li bajarê kurdan tên kuştin dan.   Serokê Emerîka (DYA) Donald Trump piştî Qûdus wekî paytexê İsrailê nîşan da, li gelek navendan çalakî hatin lidarxistin. Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan daxuyanî da û diyar kir ku dê vê biryarê nasnekin. Dîsa wêneyê ku leşkerên Îsrailê ciwanek binçavkiriye nişan da û got: "Îsrail dewleta terorîst e. Zarokê 14 salî, çavê wî girê dane. Ev zarok e li terorîstan binerin çawa kaş dikin"    LI BAJARÊ KURDAN CENAZE BI ERDÊ RE HATIN KAŞKIRIN   Erdogan piştî wêneyê zarokê ku çavê wî hatiye girêdan nîşan da û bertekên xwe anî ziman li ser medya civakî bikarînerên medya civakî wêneyên zarokên li bajarên kurdan hatine kuştin belav kirin û bertekên xwe anîn ziman. Bikarîneran xwest Erdogan van pêkanînên di serdema îktîdara AKP'ê deli bajarên kurdan pêk hatiye bibîne.    HIN BÛYERÊN LI BAJARÊ KURDAN WIHA NE   * Di 21'ê Mijdara 2004'an de li Qosera Mêrdînê zarokê 12 salî Ugur Kaymaz û bavê xwe Ahmet Kaymaz hatin kuştin. Ugur bi 13 guleyan kuştin û keleş danîn ber9 serê wî û gotin “Terorîstê amadekariya çalakiyan dikir" binav kirin.    * Di 28'ê Adara 2006'an de polîsan li Amedê di çalakiyên civakî de zarokê 8 salî Enes Ata bi bombeya gazê kuştin. Dîsa zarokê 14 salî Mahsum Mizrak kuştin.    * Di 22'ê Adara 20087an de polîsan û tîmên taybet li Colemêrgê zarokê 15 salî Cuneyt Ertuş li pêş kamerayan destê wî şikandin û îşkence kirin. Tîmên taybet piştre Ertuş binçav kirin.    * Di 23'ê Nîsana 2009'an de, li taxa Baglar a Colemêrgê  tîmên taybet li pêş kamerayan zarokê 14 salî Seyfi Turan bi çekan îşkence lê kirin û xistin komayê. Cezayê 6 sal û 7 meh li polîs hat birîn piştre taloq kirin.    * Di 28'ê îlona 2009an de zaroka şivanî dikir Ceylan Onkol li Lîcê bi guleya hawanê qetil kirin. Hêj kujer nediyar in.    * Di 14'ê Nîsana 2010'an de li Colemêrgê, dema êrîşa li dijî Ahmet Turk a Samsunê şermezar dikirin polîsan li pêş kamerayan zarokê 14 salî Hatip Kurt bi erdê re kaşkirin û bi lêdanê binçav kirin.    *Di 17'ê Hezîrana 2011'an de polîsan bi lêdanê zarokê 14 salî  B.S. binçav kirin. Her çend zarokên xwe ji destê polisan kaş kirin jî dîsa zarokê wê hat binçavkirin.    * Di 28'ê Kanûna 2011'an de li Roboskê ya navçeya Qilebana Şirnexê balafirên şer welatî bombekirin û 19 jê zarok 34 sivîl qetilkirin. Hêj li kesekî jî doz nehatiye vekirin.    * Di 14'ê Çileya 2015'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan zarok Nihat Kazanhan bi guleyê kuşt.    * Di 21'ê Adara 2017'an Newroza Amedê de polisan li pêş çavê çapemeniyê ciwanê zanîngehê yê ji Meletiyê hat Amedê Kemal Kurkut, ji pişt ve kuşt. Walî Kurkut wekî “bombeya zindî" nîşan da.    CENAZEYÊ CEMÎLE XISTIN SARINCÊ    Di serdema qedexeya kolanan li Cizîrê hat îlankirin de di 4'ê Îlona 2015'an de zaroka 10 salî Cemile Cagirga ji aliyê tîmên taybet ve hat kuştin û dayika wê cenazeyê wê di sarincê de veşart. Dîsa pitika 89 rojan Miray di qedexeyan de hat kuştin.    CENAZEYÊ HACI BÎRLÎK Û DAYIKA TAYBET JI HIŞ Û AQILAN NAÇE    Li taxa Dîcle ya Şirnexê di 3'ê Cotmeha 2015'an de polîsên tîmên taybet Hacî Loklan Bîrlîk kuştin û piştre li pey panzêra maşîna zirxî kaç kirin û dîmen di medya civakî de parvekirin. Dîsa dayika 57 salî Taybet Înan piştî li kolanê kuştin cenazeyê wê 7 rojan li kolanê hat hiştin. Cenazeyê Bîrlîk û Taybet Înan di hiş û aqilan de ma.    Piştî gotina Erdogan li ser hesabê medya bertek û nerazîbûn zêde bûn. Şirove û rexneyên di medya civakî de hatin belavkirin wiha ne:    * Wêneya yekemîn di 21'ê Adara 2017'an de hatiye kişandin û aydê xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut e. Wêneyê duyemîn jî aydê zarokê Filîstînê ye û wehşeta Îsraîlê vedibêje. Ji dijî mirinên welatê me diqewimin dengê xwe dernexin, ji pirsgirêka li Filistînê re deng dernexin, çiqasî exlaqî ye?   * Ev zarokê Filistînê yê di bin çavan de tê girtin, "Cîhan qala wî dike" Baş e, Kemal Kurkutê ku polîsan ew qetil kir, Ogur Kaymaz ê 12 salî, Ceylan Onkol a bi roketê hat parçekirin û bi dehan zarokên din çibûn, cîhan bê deng e û mislimanan bihîst?   * #Qudusê li wêneyekê nihêrî û got ku 'Îsraîl dewletek teror e'. Ev wêneyan jî ji xwe li Gazzeyê ne! (Kêliyên ku Kemal Kurkut tê kuştin)   * Ev der ne Qudus e, qada Newrozê ya Amedê ye, li ber çavê cîhanê hat gulebarankirin û hat kuştin. %90'ê civaka li welat ker û kor e. (Kêliyên ku Kemal Kurkut tê kuştin)   * Ji ber ku dewleta terorîst Îsraîlê çavê zarokekî filistînî girtiye û ew biriye, Tayyîp Erdogan li dijî vê gazinên xwe kiriye. Cenazeyê Haci Bîrlîk ê li Cizîrê li pey maşîneya zirxî hat kişandin, dibe ku Mossadê kaşkiribe...   * Li ku derê hatiye gulebarankirin diyar e û kesê gule berdayê jî diyar e, lê kesê kujer nehat girtin. Kesên dixwazin rê nîşanê Îsraîlê bidin, divê berî her tiştî xwe bi rêk û pêk bikin. Divê sûcê ku kirine bibînin.   * #KemalKurkut #DayikaTaybet û bi dehan kesên din...   * Li bajarê Amedê yê Filistînê Kemal Kurkut bi qeleşî û alçaxî ji piştê ve hat qetilkirin! #JiboKemalKurkuEdalet.   * Derketiye dibêje ku çavê zarokê 14 salî girtine û wî dibin, kuro Kemal Kurkut, Berkîn û hwd. ji ber xwe mirin?   * Ciwanê di wêneya yekemîn de; heke ne kesekî ji Filistînê bûya û polîsa Îsraîlê ew ew binçav nekira, ciwanekî kurd / çepgir / şoreşger û hwd. bûya û polîsên tirk ew binçav bikirana, wêyê çavê xwe ji bûyerê re bigirta. Ji ber ku ruxmê Kemal Kurkut canê wî tazî bû jî we qetil kir û we xwe bêdeng kir.