Tuncel: Ev pêkanîn di serdema Hîtler de hebûn Kişanak: Propaganda mafê zagonî ye 2020-01-13 16:30:31   MELETÎ – Hevseroka Giştîya DBP'ê ya berê Sabahat Tuncel ku bi îdîaya “Avakirina rêxistinê, rêveberî û propagandayê" tê darizandin, anî ziman ku ev hiqûqa bi wêre rû bi rû mane, dişibe pergala dema Hîtlerê. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kışanak jî anî ziman ku sûcdariya der barê wê de li dijî zagona partiyan e û propaganda mafekî zagonî û qanûnî ye.    Danişîna doza Hevşaredara berê ya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya berê Sebahat Tuncel li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiye hat dîtin. Piştî darizandina Kişanak û Tuncel li 18'emîn Daîreya Edliyeya Herêma Dîlokê hat xerakirin danişîna wan ji nûve dest pê kir. Di danişînê de yekem car Kişanak û Tuncel tev li danişînê bûn. Tuncel, Kişanak û parêzerên wan li salonê amade bûn. Sabahat Tuncel, parastin kir û diyar kir ku pergala niya ya darazê dişibe ya dema 12'ê Îlonê û wiha got: "Dozgerê em darizandin ji doza FETO girtî ne. Heta niha Dadgehên Îstiklalê, Dadgehên Ewlehiyê yên Dewletê û niha jî Dadgehên Cezayên Giran ê Dewletê li hemberî me ye. Em bi hiqûqek taybet re rû bi rû ne. Ev pêkanînên li dijî me ne hiqûqî ye. Ev hiqûqa bi wêre rû bi rû mane, dişibe pergala dema Hîtlerê."    Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kışanak jî parastin kir û anî ziman ku sûcdariya der barê wê de li dijî zagona partiyan e û propaganda mafekî zagonî û qanûnî ye. Kişanak, anî ziman ku ew siyasetmedar e û hemû xebatên wê li gorî siyasetê ne. Kişanak, anî ziman ku hemû xebatên wê axaftinên wê li gorî xebatên siyasî yên cemaweriyê ne û wiha got: "Bê guman ezê bi axivim. Ez dê propaganda bikim. Ev ne sûc e. Mafekî zagonî û hiqûqî ye."      Tuncel û Kişanak piştî parastinê xwestin bên berda. Lê dozger xwest girtî ben darizandin.    Danişîna Kişanak û Tuncel bi parastina parêzeran didome.