Dayika Parlamentera HDP'ê Nuran Îmîr hat berdan 2020-01-13 16:05:27   ENQERE – Dayika Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, Kadrîye Îmir bi şertê qedexeya dervê welat û kontrola edlî serbest hat berdan.    Dayika Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê Nûran Îmir, Kadriye Îmir, bi şertê kontrola edlî û qedexeya dervê welat hat berdan.    Kadriye Îmir dema ku ligel keça xwe ji bajarê Frankfurt a Fransayê di 11'ê Çile de hat balafirgeha Esenboga a Enqereyê li balafirgehê hatibû binçavkirin. Îmîr bi hinceta ji aliyê 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê de der barê wê de biryara binçavkirinê heye hat binçavkirin. Îmir, piştî derxistin dadgehê serbest hat berdan. Îmîr ewil birin Şaxa TEM'ê ya Enqereyê û ji wir jî sewqî edliyê kirin. Îmir ku sewqî edliyê kirin bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina dervê welat hat berdan.