Peymanê Lîbya dixwazin Tirkiye şandina eskeran rawestîne 2020-01-13 14:55:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî peymana ku di malpera Erebî ya televîzyonê El Erebiya ya alîgirê General Halife Hafter de hat weşandin, hat diyar kirin ku tê xwestin Tirkiye şandina eskeran a Lîbyayê rawestîne.    Li gorî metnê peymana ku di malpera Erebî ya televîzyonê El Erebiya ya alîgirê General Halife Hafter de hat weşandin, hat diyar kirin ku tê xwestin Tirkiye şandina eskeran a Lîbyayê rawestîne.  Di pêşnûma peymanê de ev xal hene:    Divê Tirkiye şandina eskerên a Libyayê rawestîne.  Divê agirbest di bin çavdêriya navneteweyî û saziyek bê alî ya Neteweyên Yekbûyî de bidome.  Divê her du alî jî bê şert hêzên xwe yên çekdarî bişînin kişlayên wan.  Divê tenê li çareseriya siyasî bigerin.  Divê hin mîlîsên çekdarî dest ji çekan berdin.  Divê erk û peyvira xwe di navbera Trablus û Bingazî de parve bikin.  Aliyên şerê navxweşî  Fayez el Sarraj û General Halife Hafter peymanek ku herduyan eleqeder dikin îmze bikin û paşve gavan neavêjin.  Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ya girêdayî Generel Hafter, divê di têkoşîna li dijî terorê de bibe xwedî berpirsiyarî. Divê vê erka xwe bi hevkariya Sarraj re pêk bîne.  Divê bîrên xazên xwezayî û petrolê yên Libyayê ji aliyê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ve bê parastin. Nokteyên offshore ji aliyê navneteweyî ve bên venêrtin.