6 endamên Meclîsa Şaredariya Sûrê yên HDP’î ji wezîfeyê hatin dûrxistin 2020-01-13 14:51:22   AMED – Piştî girtina hevşaredarên Sûrê 6 endamên Meclîsa Şaredariya Sûrê yên HDP’yî ji wezîfeyê hatin dûrxistin.    Hevşaredarên Navçeya Sûrê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr di 21’ê kanûnê de hatibûn girtin û qeyûm tayînî şûna wan hatibû kirin. Piştî girtina hevşaredaran niha jî endamên Meclîsa Şaredariyê ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Ji 21 endamên HDP’yî 6 endamên HDP’yî bi angaşta “endamtiya rêxistinê” derbarê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin û doz hatine vekirin, ji wezîfeyê hatin dûrxistin.    Li gel hevşaredar Cemal Ozdemîr, endamên Meclîsê yên ji peywîrê hatine dûrxistin wiha ne: Sevîm Coşkûn, Rûşen Tayfûn, Halîme Akyol, Mursel Erel û Yilmaz Eken.