Hevşaredarê Qoserê Îpek hat berdan 2020-01-13 14:18:14   MÊRDÎN – Hevşaredarê Qoserê Zeynî Îpek ê 12 roj in di çarçoveya lêpirsînekê de di binçavan de bû bi şertê kontrola edlî hat berdan.   Hevşaredarê Qoserê Zeynî Îpek ê ji 2’ê Çile ve li Emniyeta Mêrdînê di binçavan de bû sewqî Edliya Mêrdînê kirin. Hat zanîn ku Îpek di çarçoveya lêpirsînek ji sala 2013’an ve hatiye destpêkirin hatiye binçavkirin. Dozger îfadeya Îpek wergirt û ew bi daxwaza şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê.    Îpek ji aliyê dadgeriyê ve şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat hat berdan.