Keskîn: Hûn me weke dijmin dibîn in 2020-01-13 12:50:25 STENBOL  - Eren Keskîn li dijî daxwaza cezakirinê ya dozgerê doza Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin parastin kir û got: “Ev pêkanîna hiqûqa dijminantiyê ye. Hûn me weke dijmin dibîn in.” 15'emîn danişîna doza Gerînendeyên Giştî yên Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin ku nivîskar Asli Erdogan, ziman zan Necmiye Alpay, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û Xwediyê Îmtiyazê Kemal Sancili jî di nav de 9 rojnameger tên darizandin, li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin.   Erem Kesekîn, Necmiye alpay û parêzerên wan di danişînê de amede bûn. Dozger, di danişîn de mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir.    Dozger di mutalaya da de xwest Eren Keskîn, Midûrê Karê Nivîsê Înan Kizilkaya û xwediyê Îmtiyazê Kemal Sancili bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” bên cezakirin.    Dozger ji bo Zana Kaya û nivîskar Asli Erdogan jî, xwest bi sûcdariya “Propagandeya rêxistinê kirin” bên cezakirin û ji Necmiye Alpay û Bîlge Aykût re jî daxwaza beraetê kir. Dozger ji bo Fîlîz Koçalî û Ragip Zarakolû yên parastina xwe nekirine jî xwest ku dosyeya wan bê cuda kirin.    'HÛN ME WEKE DIJMIN DIBÎN IN’    Eren Keskîn piştî xwendina mutalaya dozger, parastin kir û wiha got: “Dozger niha ji min re dibêje, tu ‘endama rêxistineke biçekî.’ Ev li dijî hiqûqa Tirkiyeyê bi xwe ye. Ev pêkanîna hiqûqa dijminantiyê ye. Hûn me weke dijmin dibînin. Ez vê dûrê aqil dibînim. Ez dem dixwazim. Ji ber ku min weke ‘endama rêxistinê dibînin’ û ez heya niha qet nebûme tiştek wiha. Divê ez bibînim ku vê rewşê çawan ji were vebêjim.”     Parêzeran jî di parastina kirin de, ji dadgehê daxwaza dem kirin. Şandeya dadgehê daxwaza dem xwestinê qebûl kir û danişîn taloqî 14’ê Sibaê kir.