8 kes li Amedê hatin girtin 2020-01-13 12:13:16   AMED - Li Amedê, ji 12 kesên hatibûn binçavkirin, 4 jê hatin berdan û 8 jê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin.    Li Amedê, leşkeran bi ser malan de girtibûn û welatiyên bi navê M.K., S.A., M.B., Î.E. A.M., O.M., M.B., V.E., M.M., C.K., R.A. û B.B binçav kiribûn. Leşkeran her 12 kesên binçav kirin birin Fermandariya Leşkerî ya Amedê. Kesên ku li fermandariyê îfade dan, sewqî edliyê hatin kirin. Dozger îfadeya her 12 kesan girt û sewqî dadgehê kirin.    Ji 12 kesan, M.K., S.A., M.B û Î.E. bi şertê kontrola edlî hatin berdan, A.M., O.M., M.B., V.E., M.M., C.K., R.A. û B.B jî, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin.