Ewil ji peyvirê girtin piştre lêpirsîn vekirin 2020-01-13 11:03:02   MÊRDÎN - Li Mêrdînê ewil keya ji peyvirê girtin û piştre der barê wî de lêpirsîn vekirin. Her çend keya îtîraz kir jî, dadgehê bi hinceta "Îtiraz li dijî hiqûqê ye" îtîraz red kir.    Bi fermana Wezîrê Karên Hundir a di 11'ê Cotmeha 2018’an bi hinceta lêpirsîn heye, li navenda Mêrdînê 65 li tax û navçeyên Mêrdînê bi giştî 259 keya ji peyvirê hatibûn girtin. Yek ji 10 keyayên navçeya Kerboranê ya Mêrdînê Keyayê Gundê Gurûzan ê Kerboranê Bahri Acar e. Bahrî Acar, bi sedema ku dûrxistina wî li dijî hiqûqê ye îtîraz kir û serî li dadgehê da. Piştî serî li dadgehê da û dadgehê doz vekir, îtiraz şandin Wezareta Karên Hundir, Wezareta Karên Hundir, parast ku Acar û keyayên din têkîlî û temasa wan bi “Endamên rêxistinê re hene" li ser daxwaza Walîtîya Mêrdînê bi boneya “tedbir”ê ji peyvirê hatine dûrxistin.    HEFTEYEK ŞÛNDE LÊPIRSÎN VEKIRIN   Piştî Bahri Acar ji peyvirê dûr xistin, hefteyek şûnde der barê wî de lêpirsîn dan destpêkrin. Acar ê ku heta niha tu lêpirsîn der barê wî de tune bû, piştî ji peşvirê dûr xistin lêpirsîn dan destpêkirin. Di 11'ê Cotmeha 2018'an de Acar û kedayên din ji peyvirê dûr xistin û hefteyek şûnde di 18'ê Cotmeha 2018’an de der barê Acar de lêpirsîn vekirin. Piştî der barê Acar de lêpirsîn vekirin di roja dîtir de binçav kirin. Acar piştî rojekê di bin çavan de ma serbest hat berdan. Acar serî li 2'emîn dadgeha Îdarî ya Mêrdînê da û anî ziman ku dûrxistina wî li dijî hiqûqê ye. Lê wezaretê parast ku lêpirsîn "Maqûl" e.    PRZ. VESEK:  LI GORÎ KÎJAN ZAGONÊ MAQÛL E?'    Parêzerê Acar Veysel Vesek, bertek nîşanî biryara wezaretê da. Veysel anî ziman ku wan doz biriye Dadgeha Edliyeya Herêma Dîlokê (BAM) û wiha got: "Ger ku hincetek nîşanî Qanûna Hêjmar 657'an dan dikarin der barê wî de lêpirsîn vekin. Lê der barê muwekilê min de tu lêpirsîn û doz tune. Tu carî ji peyvirê nehatiye dûrxistin. Ji peyvirgirtin û lêpirsîna der barê muwekilê min de li dijî hiqûqê ye. Der barê wî de lêpirsîn vedikin. Binçav dikin û piştre serbest berdidin. Dadgeh vê yekê wekî "Maqûl" pênase dike. Em jî dipirsin li gorî hijan hiqûqê ev yek maqûl e? Em bawer dikin ku biryar dê bê xerakirin."    MA / Ahmet Kanbal