Seroka CHP’ê ya Stenbolê Kaftancioglû: Ez ji pêşerojê pir bi hêvîme 2020-01-13 10:42:12 STENBOL - Seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancıoglû, şert û mercên siyasî, civakî û hiqûqî nirxandin û got: “Ez ji pêşerojê pir bi hêvîme.”    Ji ber polîtikayên desthilatdariya AKP û MHP’ê her ku diçe pirsgirêkên li Tirkiyeyê zedetir dibin. Ji ber krîza aborî mirov dawî li jiyana xwe tînin û têkçûyîna civakî gihaye asteke şênber. Ji ber vê bertekên li dijî desthilatdariyê mezin dibin.   Seroka Partiya Gel a Komarê (CHP) ya Stenbolê Canan Kaftancioglû, rewşa desthilatdariya AKP û tifaqa demokratîk a mûxalefetê, ji Ajansa Mezopotamya (MA) yê re nixand.    Kaftancîoglû, diyar kir ku desthilatdarî ji bilî hilbijartinan, nikare mirovan bîne gel hev û wiha axivî: “Berevajî desthilatdarî ji hev cihê dike û dubendiyê dixe nava mirovan. Desthilatdarî li ser vê ferastê siyasete dike. Lê em baş dizanîn ku civak êdî cihekariyê nexwaze û hewl dide bi têkoşîneke hevpar mafê xwe yên bingehîn bi dest bixe. Ji ber vê me di hilbijartinên 23’yê Hezîranê û 31’ê Adarê de, nîşan da ku hemû beşên civakê ji bo têkoşîna mafên bingehîn dikarin bên gel hev û li kêleka hev rawestin. Li ser vî esasî ‘Tifaqa Demokratîk’ hat vekirin. Ez wisan difikirim ku wê mirov hîn zêde bên gel hev û di vir de jî tu astengiyê nabînim.”   ‘EV TÊKOŞÎNA CIVAKÊ YE’   Kaftancîoglû, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Em hem weke hemwelatî û hem jî weke CHP’ê, bêguman emê têkoşîna x we ya edaletê dewam bikin. Ji xwe ev ne tenê têkoşîna CHP’ê ye, di heman demê de ev têkoşîna wekhevî, azadî, edalet û avakirina hiqûqê ye. Ev têkoşîna hemû civak û bendewariyên giştî yên civakê ye.”   ‘EZ PIR BI HÊVÎME’   Kavtancîoglû, bal kişand ser tayînkirina qeyûman û wiha got: “Çi dibe bila bibe, ji kîjan partiyê dibe bila bibe, kesekê ku gel bi vîna xwe hilbijartî, divê bi awayekê bêhiqûq ji kar neyê girtin û qeyûm tayînê cihê wî/wê neyê kirin. Em tim li dijî vê yekê derketine. Em ê ji vir û şûnde jî, li dijî vê derkevin. Serokatiya Giştî ya CHP’ê ji rêveberiyan bigirin bang li hemû kesan kir. Hat gotin ku biçin wê herêmê û li dijî vê bêhiqûqiyê destekê bidin. Em tim di vê lêgerîna maf de li gel wane. Divê ev bêhiqûqû neyê qebûl kirin. Di demê derbasbûyî de jî, bi têkoşînek hevpar mirov dikare encam bigire. Ji ber vê ez ji pêşerojê pir bi hêvîme.”   ‘QET GUMANA MÎN TUNEYE ‘   Canan Kaftancîoglû, têkildarî têkoşîna rêxistinbûyîna jinan jî axivî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez di wê baweriyê deme ku emê bi rêxistinbûyînê karibin, her tiştî bi ser bixin. Ji vê yekê qet gumana min tuneye. Feraseta yek zilamî û nêrîna serdest a zilam her tim ji têkoşîna bi rêxistinkirî ditirse. Baş dizanin ku têkoşîna rêxistinkirî ya jinan û serkeftina vê têkoşînê wê dawiya wan bîne. Ji ber vê feraseta yek zilamî û feraseta desthilatdariya zilam êrîşî jinan dike. Ez jî yek ji van jina me. Lê bi hezaran jin di hedefa van êrîşan dene. Ez baş dizanim ku ew çiqas êrîşî jinan bikin bila bikin, astengiya herî mezin ya li dijî feraseta yek zilamî jin in. Ji ber vê emê hemû bi hevre, tu carî netirsin û tu carî teslîm nebin. Em ê mafdariya xwe û cesareta xwe mezintir bikin û li dijî feraseta yek zilamî, têbikoşin û di dawiyê de jî emê bi ser bikevin.”   MA / Elîf Aydogmuş - Nacî Kaya