Serokê Giştî yê KDP-T'ê Kardaş: Divê em êdî îxanetê li hev nekin 2020-01-13 10:15:17 AMED - Piştî êrîşên li ser gelê Kurd zêde bûn, nûnerên partiyên Kurd û gelê Kurd dîsa niqaşên li ser Yekîtiya Neteweya Kurd zêde kirin. Serokê Giştî yê KDP-T'ê Mehmet Emin Kardaş, diyar kir ku ew piştgiriyê didin xebatên Yekîtiya Neteweya Kurd û ji xeynî nirxên yekîtiya Kurd xeta wan a sor tune ye. Kardaş, anî ziman ku xeta wan a sor al, ax, çand, dîrok û srûda wan e. Kardaş, xwest ku êdî Kurd îxanetê li hev nekin û yeakîtiya xwe ava bikin.  Piştî êrîşên hêzên navneteweyî û li Tirkiye li dijî Gelê Kurd zêde bûn, pêşengên Kurdan û nûnerên saziyên Kurd dest bi niqaşên Yekitiya Neteweya Kurd kirin. Heta niha gelek caran nûnerên partiyên Kurd li hev kom bûn û niqaşên ji bo yekîtiyê neşandin. Nûnerên partiyan dîsa xwe amade dikin ku di rojên pêş de civînên din li dar bixin. Têkildarî wate û girîngiya Yekîtiya Neteweya Kurd,Serokê Giştî yê KDP-T'ê Mehmet Emin Kardaş, ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re axivî. Kardaş, diyar kir ku ew piştgiriyê didin xebatên Yekîtiya Neteweya Kurd û ji xeynî nirxên yekîtiya Kurd xeta wan a sor tune ye. Kardaş, anî ziman ku xeta wan a sor al, ax, çand, dîrok û srûda wan e.    'EM DIXWAZIN DI SALA 2020'AN DE YEKÎTIYÊ AVA BIKIN'   Kardaş, anî ziman ku yekîtiya Nava Kurdan pêwist e û wiha got: "Ne îro bi salan berê pêdivî bi yekîtiya nava Kurdan heye. Lê mixabin heta niha yekîtî pêk nehatiye. Em dixwazin di sala 2020’an de li Bakur di nava hêzên Kurdistanî û partiyên Kurd de Yekîtiya Kurdan ava bikin. Em niha di serî de tene ji bo Bakur Yekîtiyê difikirin. Piştî me li Bakur yekîtî ava kir em dê piştre beşên din bixin rojevê. Di serî de yekîtiya çar perçeyan zahmet e. Ji ber vê yekê em dixwazin ewil li Bakur yekîtiyê ava bikin. Îro temamê dinyayê hêzên xwe li ser Axa Kurdistanê bi cih kirine. Rûsya DYA, Îngîlîtere, Firansa Îran Tirkiye tevan hêzên xwe li Rojava û  li ser axa Kurdan bi cih kiriye. Di van şerdan de divê Kurd bi hev bişewirin. Divê kongreyek neteweyî pêk bê û bi hev bişewêrin.”    'YEKÎTIYA ÇAR PERÇEYAN XEWNA HER KURDÎ YE'    Kardaş, da zanîn ku dîroka cîhanê û kurdan de jî nîşanî me daye ku ewil din ava 4 perçan de zahmet e û wiha lê zêde kir: “Yekîtiya 4 perçeyan xewna her kurdî ye. Ewil divê her perçe di nava xwe de yekîtiyê ava bikin. Piştre konfederasyonekê ava bikin.”    'DIVÊ EM ÊDÎ ÎXANETÊ LI HEV NEKIN'    Kardaş, anî ziman Kurd di salên 1915-18’an de Kurd din ava Osmanî û Îraniyan de hatin pelçiqandin û wiha berdewam kir: “Dawiya dawî yên Kurdistan kirin çar perçe dewletên emperyaliz in. Bi peymana Lozanê em perçe kirin. Ne ecem, ereb fars tirk in. Yên wê demê Kurd di nava xwe de kirine çar perçe, divê îro yekîtiyawê  wê jî ew çekin. Ger ku dîsa wekî bere di dema Osmanî, Baban, Bahîr, Şêx Ebdurrahman Başa û Bedirxanî û serdemên din kurd  û xizmên me îxanetê li me bikin wê demê em bi ser nakevin. Divê em êdî dawî li xuyaneta nava xwe bînin. Divê Kurd bi aqil bibin û bes îxanetê li hev bikin. “    'LI SER XETA YEKÎTIYÊ HEBÛ PARTÎ DIKARIN BÊN CEM HEV'     Kardaş, herî dawî têkildarî helwesta PKK û PDK'ê ya li ser yekîtiyê jî rawestiya û got: "Her partî û hêz fikr û ramanên xwe hene. Taktik û stratejiyên xwe hene. Ev pir xwezayî ye. Li Kurdistanê jî partiyên Kurd dikarin bi fikr raman û bernameyê dikarin bimeşin. Lê divê di asta neteweyî û xeta neteweyî de divê yekîtiyek hebe. Ev tifaqa yekîtiya neteweya Kurd e. Kijan partî dibe bila bibe, dikarin bên cem hev. Divê li ser xeta al, ax, ziman, çand, dîrok û nirxên neteweya Kurd li hev bikin.  Mixabin ev li gorî em dixwazin ava nebûye. Lê em bi hevî ne ku ev yek pêk bê. Yekîtîya partiyan di nava gel de hevî û bandorek erênî pêş dixe. Bi taybetî li metrepolan gel erênî lê dinere. Gelek mirov ji vê yeke gelek razî ne. Li Kurdistan hemû gelê Kurd erênî nêzî hewldanên Kurdan ên yekîtiyê dibin. Gelê Kurdistanê ji bo yekîtiyê dua dikin. Hewldana Yekîtiya Kurdan 220 sal bere dest pê kiriye. Lê her hewldanên yekîtiya Kurdan rastî astengiyên cuda hatine. Lê Kurd her dem li ber xwe daye. Divê partiyên Kurdan pir serê xwe ji bo yekîtiyê biêşîne."