Hunermend: Divê em bi lez li pêş pişaftinê bibin bend 2020-01-13 09:14:16 AMED – Şanoger Rûgeş Kirici diyar kir ku pişaftinek li ser çand, huner, ziman û jiyana kurdan heye û got: “Ev ne îro ye bi salane didome û tenê cureyên wê diguherin. Haya me ji vê tiştê heye. Lê divê em zûtirîn bendekê li pêş vê yekê dînin. Hunermend Elî Tekbaş jî anî ziman ku nivîskar, şanoger, sînemager û kesên bi çandê û cihekî din ve girêdayî divê berpirsiyariya xwe pêk bînin û xebateke mezin bikin.   Li Amedê Komxebata 1’emîn a Ziman û Çandan, di 11-12'ê Çile pêk hat. Nêzî 300 kesên di navde nivîskar, akademîsyen, hindekar, weşanger, karsaz, nûnerên saziyên jinan, zarok, çand û hunerê jî hebûn, amade bûn. Ji beşdaran Şanoger Rûgeş Kirici û Hunermend Elî Tekbaş ji Ajansa me Mezopotamyayê (MA) re axivîn.   ‘BIŞAFTINEK LI SER JIYANA KURDÎ HEYE’   Beşdar û Şanogera Koma Teatra Nû ya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Rûgeş Kirici diyar kir ku di nav lêgerîna parastin û pêşketina çand û ziman de ne û wiha got: “Ev komxebat bi taybet ji bo parastina ziman û çandê girîng e. Em wek lijneya hunerê niha niqaşên xwe dikin. Ev tor destpêke û girîng e. Heke bidome wê encamekê bi xwere bîne. Em hemû dibînin ku di nav civakê de axaftina Kurdî û parastina çandê lawaz dibe. Em dizanin ji xwe bişaftineke stratejîk heye li ser çand, huner û zimanê kurdan. Ne ji îro ve, bi salane ev didome. Tenê cureyên wê diguherin. Haya me ji vê tiştê heye. Lê divê em zûtirîn bendekê ava bikin. Niqaşa me hemûyan niha eve. Bi taybet jî ji bo zarok û nifşên nû divê em zûtirîn bikevin nava tevgerê."    ‘EM BI HUNERÊ DIKARIN ÇI BIKIN?’   Kirici, da zanîn ku li ser çareseriya rê û rêbaza parastina çand û ziman niqaşên wan didomin û wiha berdewam kir: “Pêşniyar hene. Ka em dikarin çi bikin çi nekin, em niqaş dikin. Em niha li ser hunerê niqaş dikin ku em dikarin çi bikin.  Em hunerê xwe bi kurdî dikin. Lê tenê bi kurdî têr nake. Çavkaniyên me çi ne? Tişta ku em bi kurdî dikin bi rastî jiyana kurdan e? Erdnîgariya kurdan ne?" An tiştekî din e? Ziman tenê jî têr nake. Ji bo ku jiyana em xeyal dikin dixwazin biafirînin gelo mesele tenê bi wî zimanî karkirine? Elbet ew girîng e lê dê bi wî zimanî re çawa bimeşe. Lê bes ev tiştekî girîngtir e gelek kes, ji sazî û derdoran beşdarbûne derdê hemûya jî yek e û dixwazin çareseriyekê bigerin.”   ‘EM KARÊ XWE BI KURDÎ DIKIN’   Kirici, anî ziman ku hunera xwe bi kurdî dikin û wiha domand: “Em hunermendên kurd in. Ez şanoger im. Em dizanin ku tesîra şanoyê di dîroka cîhanê de li ser jiyandina çand û zimanê gelan pir zêde ye. Em vê jî dibînin ji xwe di salên dawî de em xwedî derketina gel ya li ser şanoyê dibînin. Em karê xwe bi kurdî dikin lê heman demê de niqaşa me ewe ku mesele ne tenê ziman kurdî be. Derdê me çi ye? Tiştê ku em vedibêjin çi ye di nav civakê û li ser wan sahneyan? Em çi dibêjin çi vêdibêjin? An ku bi zimanê xwe kurdî çawa bi estetîktir derkevin hemberî gel. Lêgerîneke me ya wisa heye. Em nikarin bêjin çênabe.Çêdibe lê qels e. Em dikarin xurttir bikin.”   'EZ BI HEVÎ ME'    Solîstê Koma muzîkê yê Lawjeyê Hunermend Elî Tekbaş jî destnîşan kir ku kêfxweş e ku beşdarî civîna ziman û çandan bûyî û wiha axivî: “Karekî pîroz e. Ji ber ku li Kurdistanê pir zimanî gelek e. Wekî din jî çanda me berfireh e. Pewistî pê heye ku em li ser van biaxivin. Em berzebûna çand û zimanê tespit bikin. Ji ber vê yekê divê em rê û rêbazekê diyar bikin ku em bişên xwedî derketinekê ava bikin. Kesên zana û di karê xwe de pispor li vê derê ne, heviya min heye ku encameke baş derkeve.”   ‘STRAN Û ÇÎROKÊN KURDÎ KOM DIKIM’   Tekbaş, da zanîn ku weke hunermendek stran û çîrokên kurdî kom dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tiştê ku ez kom dikim dinivîsim û arşîv dikim. Dikim stran û careke din şîn dikim. Nivîskar, şanoger, sînemager, kesên ku bi çandê an jî cihekî din girêdayî divê barê ser milê xwe zanibin û wê xebatekê mezin bikin. Ez bi şexsî di muzîkalên kurdî de cih bigirim. Stranên zarokan çêdikim û wek kargehan ava dikim. Stran û çîrokên kurdî belav bikim. Heta ji destê min tê wan diparêzim. Dê ji bo peşerojê û nifşê nû bimîne. pêngavên ku em diavêjin bo miletê kurd û hemû gelan girîng e. Hevîya min ewe ku wê tiştên baş derkevin.”    ‘STRANÊN ME BI TEMAMÎ KURDÎ NE’   Tekbaş, bilêvkir ku karê xwe bi kurdî dikin û pêşkeşî gel dikin wiha bi dawî kir: “Kes kurd an biyanî be, zimanê te zanibe nizanibe, divê tu ziman fêrî wan bike. Ez kurd im zimanê min kurdî ye. Mesele wek Koma Lawje dema li Stenbolê konserê didin. Tevahiya stranên me kurdî ne. Dema em behsa çîrokên stranên xwe dikin em kurdî dipeyivin. Kesên ku guhdar dikin temaşe dikin helbet di nava wan de yên ku kurdî nizanin gelek in. Lê divê em teşvîk bikin ku ew kes fêrî vî zimanî bibin an jî ew hevalê li cem wan pirsa wî hevalî bike ‘ev kes e çi dibêje min mereq kir.’ Divê mereqek li cem kesên biyanî çebibe ku zimanê kurdî pêş bikeve û winda nebe. Ya ku ez dixwazim kesên ku bi ziman û çandê ve eleqedar divê li ber zimanî bisekinin. Ziman girîng e bo me. Em karê xwe hunera xwe bi zimanê xwe bikin kesen biyanî jî heke fêm neke dê mecbur bizane. An jî dê pisyar bike bêje were bom in wergêr bike. Em jî wek kesên hunera kurdî dikin astengên li pêş xwe radikin. Ji ber ku em hatine deriyê dawiyê divê vî derî em baş vekin û tiştên me zanî baş belav bikin. Pêwistî bi vê heye.”   MA / Fahrettin Kiliç- Ayşe Surme