Şaredariya Rezan a AKP'î li dijî zagonan 14 îhale dan 14 şîrketan 2020-01-13 09:11:15   AMED - Şaredariya Rezan a AKP'î li dijî zagon û rêbazê 14 îhale dan 14 şîrketan.    Rêxistina HDP'ê di hilbijartina 31'ê Adarêde Şaredariya Rezan qezenç kir. Gelê navçeya Rezan a Amedê di hilbijartinê de ji sedî 71 deng da Hevşaredarê HDP'î yê Rezanê Zeyyat Ceylan. Lê YSK'ê bi hinceta Ceylan bi KHK'ê hatiye îxrackirin mazbata neda Zeyat Ceylan. YSK'ê li şûna Zeyad Ceylan, mazbata şaredariyê da Namzetê AKP’î Huseyin Beyoglu. Huseyin Beyoglu piştî hat tayînkirin, dest bi nelirêtiyê kir. Derket holê ku Şaredarê AKP'î Beyoglu, li dijî rêbaz û zagonan 14 îhale daye 14 şîrketên nêzî xwe.  Şaredariya AKP'î bi hinceta mucahîr a Zagona Îhaleya Cemaweriyê (KİK) ya karesetên xwezayî, nexweşiyên şewb, halê seferberiyê destûr da rêbaza dawetiyê. Li gorî xala 10'emîn a dawetiyê şîrketên ku dawetî îhaleyê kirin wiha ne: "Şîrketa Anonîm a Bazirganî û Pîşesaziya Taahhutên Înşaeta Enerjî ya Agfê– Enqere, Xizmetên Paqijî û Înşaetê ya AZÇ Taah.Tic. Lt – Stenbol, Şîrketa lîmîted a Barkêşî û Rêveberiya Bermahiyên Barka– Stenbol, İsmail Bahar - Enqere-Bodrum, Şîrketa Lîmîted a Bazirguanî û Pîşesatiyê ya Rêveberiya Bermahiyên Înşaetê ya Simurgê – Turgutlu Îzmîr, Şîrketa Lîmîted a Pîşesaziya Organîze ya Piştevaniya Kîrakirina Oto û Perwerdehiya Înaatê ya Bîlgîsayar û Xizmeta Xwarina civakî ya Yekmirê -  Îzmir,  Zeki Şenses - Erdîş Wan, Şîrketa Ltd a elekronîk a Peyzat a Nivîsariya Mîmarî û Endezyariya Genetik Ar-Ge Bioinformatik. – Enqere Şîrketa Ltd a Bazirganiya medîkal a Elektrîk û Elektronîk a Paqijî û Înşaetê ya Sewalkarî, Çandinî û Zexîreyan a Ber En – Çewlîk, Xizmeta Paqijiyê û Pîşesaziya Bazarî û Turîzma Pêlavaniyê ya Bilginay – Ankara."   Şaredariya AKP'î ku li gorî xala 10'emîn a KÎK'ê îhale daye 14 fîrmayan, tu qeydê sivîla wan a bazirganiyê tune ye.    Li gorî lêkolînê li ser navê Cem Tabier, Baver Basri Bilek, Cuneyt Cangin, Hamdusena Kaya, Îbrahim Hayrullah Şener, Ramazan Çelîk ku îhale girtine tu qeydên sivîla bazirganiyê tune ye.    MA / Lezgin Akdenîz - Mehmet Şah Oruç