Doza ku 138 HDP’î tên darizandin piştî 2 salan dest pê kir 2017-12-11 12:22:37 MANÎSA – Doza 138 endamên HDP'ê yên 57 ji wan girtî ne, rûniştina yekemîn li Manîsayê dest pê kir. Berî rûniştin dest pê bike, Wekîlê HDP'ê Osman Baydemîr axaftinek kir. Baydemîr, aşkera kir ku hevalên wan 2 sal in dîl hatine girtin û got ku "Dê hiqûq ji her kesan re lazim be." Piştî Hilbijartinên Giştî yên 7'ê Hezîrana 2015'an li Manîsayê operasyonek hatibû dest pê kirin û 138 HDP'î hatibûn binçavkirin. 57 kes piştre hatibûn girtin û bi sedan sal ceza ji welatiyan re dixwestin. Berî rûniştin dest pê bike, endamên HDP'ê li ber Edliyeya Manîsayê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de wekîlên HDP'ê Ertugrul Kurkçu û Osman Baydemîr jî di nav de, alîkarên hevserokên giştî yên HDP'ê Sezaî Temel, Saruhan Oluç û endamên HDP'ê yên ji navçe û navendê hatibûn tev li daxuyaniyê bûn.   ‘2 SAL IN REHÎN GIRTINE’   Baydemîr da zanîn ku 4 hevserokên HDP'a Manîsayê di girtîgehê de ne, edalet haveynê civakê ye û ev tişt got: "Edalet civakê digihîne hev. Gelekî girîng e. Heke di civakan de edalet bê binpêkirin, ji bolê bê rakirin haveynê wê ji holê hatiye rakirin." Baydemîr diyar kir ku ji ber ku hevalên wan xebatên siyasî dane meşandin, tev li daxuyaniyan bûne û tişta ku siyaset dike pêk anîne, 2 salin rehîn hatine girtin û piştrast kir ku hiqûq ji bo her kesan lazim e û xwest li hemberî hiqûqa civakê rêzdar bin. Baydemîr operasyonên di bin navê KCK'ê de di sala 2009'an de hatin destpêkirin jî bi bîr xist û piştrast kir ku dê ev dozger û dadger di wijdanê civakê de bên mehkûmkirin.   Piştî daxuyaniyê endamên HDP’ê derbasî salona rûniştinê bû.    DER BARÊ DOZÊ DE   Serdozgerê Komarê yê Manîsayê Kazim Ozsoy der barê HDP'iyan de îdianameyek ji 920 rûpelî amade kir û bi îdiaya "Endamê rêxistinê ne", "Rêxistin ava kirine û bi rêve birine", "Propagandaya rêxistinê kirine", "Li ser navê rêxistinê teqemenî li gel xwe girtine û temîn kirin", "Qanûna Meş û Xwepêşandanan a Hejmara 2911'an binpê kirine" û ji ber hin sûcdariyên din, bi hezaran salan ceza ji bo HDP'iyan dixwaze. Dozger bi van îdiayan jî têr nebû û bi dehan tiştên sosret di îdianameyê de rêz kir û 2 sal e siyasetmedaran di hundur de dîl digire. Dozger endamên HDP'ê wekî "Endamê rêxistinê" jî îlan kir û xebatên siyasî yên ku hevserokên bi navê Hatîce Salan û Saît Tayci kirine jî wekî çalakiyên rêxistinê pênase kir.   HEMÛ XEBAT SÛC DÎTIN    Di îdianameyê de daxuyaniyên ku HDP'ê der barê pevçûnên li Kurdistanê de dane, çalakiyên mertalên zindî, şermezarkirina qetilkirina Tahîr Elçî û Komkujiya Enqereyê, hemû sûc dîtin. Dozger dirûşmên di çalakiyan de hatine avêtin, li ser navê rêxistinê pênase kir û bîranîna 3 jinên kurd jî sûc dît.   TU DAWETAN DE PERE PÊVAKÎ EV SÛC E   Gelek axaftînên wekî "Em biçin maçê", "Em biçin dawetê" û "Bi hev re çay vexwen" ji tapeyên telefonan hatine girtin û ev wekî axaftinên bi şîfre di îdianameyê de cih girtiye. Cûyîna endamên HDP'ê ya dawetan û pere pêvakirin jî di îdianameyê de bi cih kir. Sosretiyên dozger bi van jî xilas nabin û tê gotin ku "Çûyîna dawetê, pere pêve kirin xebatên ji rêxistinê re bingehê ava dikin" û vê yekê jî wekî sûc dibînin.