Li Mor Yakûpê piştî 7 salan cara yekemîn ayîn nehat kirin 2020-01-12 14:46:41   MÊRDÎN - Ji ber girtina Keşîş Sefer (Aho) Bîleçen, piştî 7 salan cara yekemîn li Dêra Mor Yakûpê ayîn nehat kirin.   Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, beriya çend rojan leşkeran bi ser gundê Xarabalê de girtibû û Keşîşê Dêra Mor Yakûpê Sefer (Aho) Bîleçen binçav kiribûn. Bîleçen, li dadgehê bi angaşta ku "piştgiriya rêxistinê" girtin. Ji ber girtina Keşîş Bîleçen, ji sala 2013'an ku piştî restorasyonê hatibû vekirin heta niha cara yekemîn, rojeke yekşemê li Dêra Mor Yakûpê ayîn nehat kirin. Li gel operayona bi navê "Kapan-1" ku piştî girtina Bîleçen li herêmê hat destpêkêkirin û didome jî gundiyên suryanî yên Xalabalê, îro çûn Dêra Mor Yakûpê lê ji ber tunebûna Keşîş Bîleçen nikaribûn ayîna xwe bikin. Sûryaniyên ku ji ber pêkanîna ayînê xemgînin, daxwaz kirin ku Bîleçen demildest bê berdan.