Prof. Dr. Abbas Valî: Astengiya mezin a li ber yekîtiya neteweyî berjewendî ne 2020-01-12 09:02:40 STENBOL - Hîndekarê Zanîngeha Bogazîçiyê Prof. Dr. Abbas Valî, rageşiya li Rojhilata Navîn û tesîra wê ya li ser yekîtiyaa neteweyî ya kurd nirxand û got, fikrê yekîtiyê xweş e lê belê ji ber berjewendiyên kurdên li her çar perçeyan pêk nehatiye.  Piştî DYA'yê Fermandarê Qudûsê yê Îranê Qasim Silêmanî kuşt, rageşiya li herêmê zêde bû. Hîndekarê Beşa Civaknasiyê yê Zanîngeha Bogazîçiyê Prof. Dr. Abbas Valî, rageşiya li Rojhilata Navîn û tesîra wê ya li ser yekîtiyaa neteweyî ya kurd nirxand û her wiha bal kişand ser berjewendî û nakokiyên di nav kurdan de.    Valî, diyar kir ku tê gotin li Îranê Silêmanî piştî Ayetûllah Alî Humeynî dihat, lê belê ne pir girîng e û got, mesele mirov di çaçroveyeke polîtîk de nêzî pirsgirêkê bibe.Valî, anî ziman ku piştî projeya nukleerê ya Îranê bi ser neket, Îranê stratejiya xwe guherandiye û got: "Ji talîmatan yek jê, pêşxistina pergala fuzeyan bû. Ev talîmat a Yekîtiya Muhafizên Şoreşê bû. A dinê jî ew bû ku li Iraq, Sûriye, Lubnan û Yemenê stratejî bê pêşxistin û berfirehkirin ku di çend salên dawî de Afxanîstan jî daxilî nav vê yekê kiriye. Berpirsiyarê vê projeyê jî Qasim Silêmanî bû. Di têkiliyên hêzî ên Îranê de, di warê eskerî-polîtîk, di warê stratejiyê de navekî girîng bû. Piştî Amerîkayê, dev ji Peymana Nukleerê ya bi Îranê re berda dest bi çewisandin û mueyîdeyan kir. Her wiha di heman demê de Amerîkayê du tişt ji Îranê xwestin. Yek, dev ji pêşxistina pergala fuzeyan berde; a din jî pêşîgirtina li ber xurtkirin û berbelavbûna hêza stratejîk a Îranê bû".    PEYAMA AMERÎKAYÊ    Valî, destnîşan kir ku Amerîkayê bi çalakiyeke stratejîk Qasim Silêmanî kuştiye û got: "Yanî kuştina Silêmanî ne sembolîk e, çalakiyeke stratejîk e ku hatiye hesabkirin. Kuştina Silêmanî, biryareke stratejîk bû û Amerîkayê baş hesabê wê kiriye. Ev, ji bo Amerîkayê, di warê hiqûqa navdewletî de kuştineke qanûnî bû? Ev ne pir girîng e. Yanî, kuştina Qasim Silêmanî çalakiyeke ku hesabê wê baş hatiye kirin. Çimkî, Qasim Silêmanî, li Iraqê pir çalak bû. A rast ê Iraq bi rê ve dibir ew bû. xwepêşandarên muxalif ên li Iraqê ku li dijî hêza Îranê bûn, hevdîtin bi serokwezîr re çê dikirin. Her wiha, ew li Sûriyeyê jî çalak bû. Çimkî li Sûriyeyê hêzeke mezin afirand. Wî, ji bo li Iraqê şer bikin Muhafizên Şoreşê yên Îranê, ji bo li Afxanîstan dildarên afxan û ji bo li Pakîstanê şer bikin dildarên pakîstanî anîn cem hev du. Di demên dawî de, piştî kuştina Qasim Silêmanî, parlementerekî afxan derket got, divê em bi kuştina Silêmanî kêfxweş bibin. Çimkî, Qasim Silêmanî ciwanên betal ên Afxanîstanê ji bo şer dişand Sûriyeyê. Li Sûriyeyê zêdetirî 5 hezar afxan mirin. Yanî Qasim Silêmanî, li Sûriye û Iraqê stratejîstekî girîng bû. Her wiha Amerîkayê xwest bi bi kuştina wî peyamekê bide Îranê. Ev peyam jî ev bû: Divê hûn zanibin stratejiya li Iraqê guherî".    MÎSÎLEMEYA ÎRANÊ    Valî, ji bo êrîşa Îranê ya li ser binkeyên Amerîkayê jî anî ziman ku ev wekî peymanekê ye û got, her kes li bendê bû ku Îran tiştina bike û got: "Çimkî ji bo tolhilgirtinê gelek xwepêşandan hatin kirin. Lê belê, Amerîkayê got 'Ez mecbûr im stratejiya xwe ya li Iraq û Rojhilata Navîn biguherînim. Heger tu li min bidî ez ê hîn bêtir li te bidim'. Bi rastî jî hêza hikûmeta Îranê têra vê nake. Li gor qenaeta min, ez dibêm ji bo hin çalakiyên di navbera Îran û Amerîkayê de, di navbera hin welatan de hin muzakere hatine kirin. Wê Îran rabe hin êrîşan bike û wê Amerîka jî bêje, 'Belê, em jî di vê peymanê de heman tiştî difikirin. Lê belê gere personelek me jî neyê kuştin'. Loma gava êrîş pêk hatin, esker hemû di hêwirgehê de bûn. 22 fuze hatin avêtin lê kesek jî nemir. Yanî zirareke mezin jî çê nebû. A rast ev çalakiyeke sembolîk bû. Îran dibêje, 'ev qas eskerên Amerîkayê mirin'. Na, ev derew e. Li binkeyên Amerîkayê pisîk û kûçikek jî nemir. Îran, mecbûr ma bi vî awayî daxuyaniyê bide".    HESABÊ ŞAŞ Ê AMERÎKAYÊ   Valî, anî ziman ku êrîşa Îranê ne çalakiyeke tolhilgirtinê bûye û ji xwe daxuyaniya Wezîrê Karên Derve Cevad Zarîf jî ku gotibû "Me bersiv da û qediya" jî ev yek nîşan dide. Valî, diyar kir ku ji bo vê êrîşê Amerîkan û Îranê li hev kirine. Valî, destnîşan kir ku lê belê piştî vê êrîşê wê zextên Amerîkayê yên li ser Îranê zêdetir bibin û got: "Amerîka, dizane ji bo seferberiya li Îranê ji holê bê rakirin gere hin tiştan bike. Lê wê Îran jî vê seferberiyê taloq neke. Çimkî çavkaniyên abaorî û polîtîk ên Îranê ne pir in. Amerîka jî bi vê dizane. Ne xema Amerîkayê ye ku li Îranê mirov dakevin kuçeyan. ew dizanin Amerîka, di kuştina Silêmanî de di warê demê de şaşîtiyek kiriye. A rast bala we bikişînim, beriya kuştina Silêmanî bi du hefteyan li Îranê xwepêşandanên dijî hikûmetê hebûn. Û li gorî daneyan polîsan hezar û 100 kes kuştiye. Yanî ev xwepêşandan muhîm bûn. Lê belê ji ber hesabê şaş ê Amerîkayê (kuştina Silêmanî), hat fêmkirin ku wê mirov bi hawakî netewperest tev bigerin û xwepêşandanên bi vî rengî jî hatin talqokirin. Lê ev nayê wê wateyê ku dê ev mirov çalakiyan nekin. Hikûmeta Îranê, di warê aborî de nikare bibe bersiva daxwazên mirovan. Ev pirsgirêkeke pir girîng e".    Her wiha Valî, anî ziman ku ew nebawer e wê rageşiya di navbera Îran û Tirkiyeyê d eveguhere şer û got, hikûmeta Îranê û molayên wê li cîhanê mirovên herî pragmatîst in û ew dizanin wê wê kengî sakîn bin û daxwazan bînin asta herî kêm û ji lihevkirinê jî fam dikin. Valî, got ev kes baş dizanin heger şere çê bibe wê di warê aborî de nikarin ji bin rabin.    'MIXABIN HÎN JÎ NEBÛNE YEK'    Valî, ji bo fuzeyên Îranê ku bera binkeyên DYA'yê yên li Hewlêrê da jî destnîşan kir ku bi vî hawî xwestiye peyamekê bide kurdên Iraqê. Valî, ji bo rewşa kurdan got: "Kurdistan çar perçe ye û her perçeyeke wê bi polîtîkayên cuda bawer dike. Bi rastî jî di krîza Îran-Amerîkayê de em nikarin behsa bersiveke yekbûyî ya krudan bikin. her perçeyek xwedî feraseteke, xwedî analîz û bersiva ne. Heger hûn ji min biprisin, di vî warî de perçeya herî krîtîk kurdên Iraqê ye. Çimkî, Iraq di navdena vê krîzê de cih digire. Û her wiha Iraq, di bertekda di navbera Îran û Amerîkayê de li cihekî pir girîng e.    Lê mixabin hîn jî Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê nebûye yek. Li Silêmaniyê YNK û li Hewlêrê PDK heye. Belê, hikûmetek yekbûyî heye lê têkiliyên YNK û Îranê têkiliyên cuda ne. Ê PDK jî bi Îranê re hene. Her wiha têkiliyên wê yên bi Amerîkayê re jî cuda ne. Kurdên li Iraqê yekdeng in. Pozîsyona YNK an jî çalakiya YNK'ê ya di 16'ê Cotmeha 2017'an de (Heşdî Şabî ku ê ava kir Qasim Silêmanî bû), ku ew xistin Kerkûk û Şengalê. Ê ev kir YNK bû. Niha jî bersiva Hewlêrê bersiveke pir nerm e. Tenê çû Balyozxaneya Îranê ya li Hewlêrê û ji bo Qasim silêmanî fatîhe xwend. Lê belê têkiliya YNK'ê ya bi Îranê re têkiliyeke pir cuda ye. Pir nêzî Îranê ne. Hin kes ji wan dibêjin Qasim Silêmanî leheng e û heta hin jê jî wî dişîbînin Che Guevara. Amerîka jî dizane kurdên Iraqê ne yek in. Têkiliya Amerîkayê ya bi PDK'ê re xurt e. Yanî diyar e ku wê malbata Barzanî PDK'ê ji hikûmeta Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê biparêze. Tu dibê qey wê ne Îran wê bêtir nêzî Amerîkayê bin û ev ji bo berjewendiyê wan baştir dixuyê. Her wiha wê Iraq jî nexwaze Amerîka ji Iraqê derkeve. Bexdayê jî bi Amerîkayê re li hev kiriye".   YEKÎTIYA NETEWEYΠ   Her wiha Valî, bal kişand ser perçebûna kurdan a di vê pêvajoyê de û got: "Berjewendiyên kurdên her çar pereyan ne wekhev in. Berjewendiyên tevgera kurd a li Tirkiyeyê ji ên kurdên li Iraqê pir cuda ne. Heger hevpariyeke stratejîk a kurdên her çar perçeya hebe, ew jî Kurdistaneke serbixwe ye. Lê belê ev ji bo yekîtiya neteweyî nebes e. Li gor min yekîtiya neteweyî çê bibe wê pir xweş be. Lê di siyasetê e ev ne pêkan e. Bi salan e hewl didin Kongreya Yekîtiya Neteweyî ava bikin. Lê hîn jî ava nekirine. Çimkî berjewendiyên wan pir cuda ne. Yekîtiya neteweyî xweş e, lê li qadê, berjewendiyên he rçar perçeyan ji bo vê qîm nakin".    MA / Zûhal Atlan-Nacî Kaya