Li Girtîgeha Kirikkaleyê nahêlin girtî biçin hewadariyê 2020-01-12 09:02:38 KIRIKKALE - Girtiyên Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê, diyar kirin ku di rîngên yekhucreyî de wan dibin nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê muayeneya bi awayê kelemçekirî li wan tê ferzkirin û her çend kamera hene dîsa jî di rojên bi mij û moran de nahêlin biçin hewadariyê.  Girtiyên Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê, nameyek ji malbatên xwe re şandin û di nameya xwe de bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê.    Rapora girtiyan a derbarê binpêkirinên mafan de wiha ye:    "*Hejmara girtî û hikumxwaran zêde bûye, me bi rîngên yekhucreyî dibin nexweşxaneyê.    *Li nexweşxaneyê bijîşk muaneya bi awayê kelemçekirî li me ferz dikin. Bi vî hawî mafê me yê tenduristiyê tê binpêkirin. Ji ber vê girtî tedawî nabin û nexweşînên wan giran dibin. Ji ber nayên kontrolkirin û tetkîkên wan nayên kirin rewşa girtiyên nexweş girantir bûye.    *Pirtûk û rojnameyan nadin, mafê me yê nameşandinê jî tê astengkirin.    *Nahêlin em meqesê bi kar bînin û meqesên biçûk ên ji bo kaxezan jî ji me stendine.    *Roja serdanê nahêlin em xwarin û tiştên avî ji malbatên xwe re bibin.    *Hewadarî jî têde li her derî kamera bi cih kirine. Her çend li hewadariyê kamera hene, lê dîsa jî nahêlin di rojên bi mij û moran de em biçin hewadariyê. Bi hinceta 'ewlehiyê' hatiye qedexekirin.    *Tiştên li qantînê ên firotin buha ne, xwarinên wan jî nebaş in.    *Di bin navê lêgerînê de tim davêjin ser odeyên me û amûrên me belawela dikin.   *Radyoyên me ji me stendine. Hefteya hevdîtina vekirî mafê me yê atolyeyê û sporê jî tê astengkirin.